Polîsan cezayê pere li dikankaran birîn 2018-02-15 16:11:02 EDENE - Li Edeneyê, dikandaran ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê deriyên dikanên xwe venekirin. Polîsan bi darê zaro deriyên dikanan bi dikandaran dan vekirin û cezayê pare li wan birîn.  Dikandarên Taxên Gulbahçe û Daglioglu yên navçeya Seyhana Edeneyê, bi armanca şermezar kirina 15’ê Sibatê salvegera komployan navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, deriyên dikanên xwe venekirin. Li ser vê yekê polîs bi maşîneyên zirxî ketin her du taxan û bi darê zarokê xwest dikandar deriyên dikanên xwe vekin. Polîsan di çorçevaya “Qanûna Kêmasiyan” de li dikandaran cezayê pare birî. Polîs tim li her du taxan digirin û dikandaran dişopîn in.    Li Taxa Şakirpaşa a navçeya Seyhanê jî, komek ciwan hatin gel hev, rê li trafîkê girtin û lastik şewitandin. Polîsên piştî demekê hatin cihê bûyerê, bi bombeyên gazê mudaxileyê koma ciwan kirin.