Yek ji damezrînerên ÎHD’ê Çekmecî jiyana xwe ji dest da 2018-02-15 16:04:29 STENBOL - Yek ji damezrînerên ÎHD Sacîde Çekmecî, li nexweşxaneya lê dihat derman kirin, di 91 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Yek ji damezrînerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Sacîde Çekmecî, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Samatya dihat dermankirin di saetên şevê de jiyana xwe ji dest da.  Cenazeyê Çekmeci, dê sibe saet 08.00’an li goristana navçeya Gelîbolu ya Çanakkaleyê bê definkirin.    ÇEKMECÎ KÎ BÛ?    Sacîde Çekmecî ya 91 salî, bi têkoşîna xwe ya li dijî îşkenceyên giran ên di girtîgehên leşkerî yên 12’ê Îlonê de dihat naskirin. Çekmeçî weke dayîka girtiyên siyasî dihat nasin. Pirtûkeke  binavê “Nizamiye Kapisinda” ya Çekmecî jî heye.