‘Li girtîgehên Herêma Marmarayê pirsgirêk pir zêde bûne' 2018-02-15 15:20:57 STENBOL – Şaxa ÇHD’ê ya Stenbolê rapora binpêkirina mafan a li Herêma Marmarayê aşkere kir. ÇHD’ê diyar kir ku hemû mafên girtiyan tên desteserkirin û pirsgirêkên girtiyên nexweş pir zêde bûne.  Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê, rapora binpêkirina mafan a sala 2017’an li avahiya ÇHD TV ku li ser înternetê li Çaglayanê weşanê dike, bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkere kir. Endamên ÇHD’ê parêzer Guçlu Sevîmlî û Neslîhan Pîlîç di civînê de amade bûn.    ‘BINPÊKIRIN DERKETIYE ASTEK BI XOF’    Guçlu diyar kir ku rapor a sala 2017’an e û got: “Bi OHAL’ê re mafên girtiyan ên heyî jî hatine sînorkirin. Heta mirov dikare gelek mafên wan hatine tunekirin. Hêj îşkenceya pêkanîna cilên yek reng hêj dest pê nekiriye. Ji bo ev pêkanîn bikeve meriyete li benda rêziknameyek nû ne. Binpêkirina mafan gihîştiye astek bi xof. 27 parêzerên endamên OHP’ê û ÇHD’ê jî girtî ne.”    Piştî axftina Guçlu, parêzer Neslîhan Pîlîç jî rapora der barê binpêkirina mafên girtiyan de amade kiribûn bi raya giştî re parve kir.