Ji parêzeran re negotin lê ji AA'yê re gotin 2018-02-15 14:59:44 ERZIROM – Dema binçavkirina 40 rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên hefteyek berê li Erziromê hatibûn binçavkirin dirêj kirin. Polîsan ji parêzeran re got “Di dosyeyê de biryara nepen heye” têkildarî hinceta operasyonê agahî nedan. Lê Ajansa Andoluyê hinceta binçavkirinê nivîsand.  Di 9’ê sibatê de li navenda Erzirom û navçeyên wê Qaraçoban, Qereyazi, Tekman, Xinûs û Karakoprû li dijî endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) operasyon pêk hatibû. Hevserokên bajêr û navçeyan ên HDP’ê û DBP’ê jî di nav de 40 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hain binçavkirin li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Erziromê tên ragirtin.   JI AA’YÊ RE VEKIRÎ YE   Bi hinceta “Biryara nepen li ser dosyeyê heye” heta niha agahî nedan parêzer û malbatan. Di 13’ê sibatê de Ajansa Anadoluyê (AA) jî di nûçeya bi sernavê “40 kesên amadekariya şermezarkirina operasyona Afrînê dikirin hatin binçavkirin” de hinceta binçavkirinan ragihand. AA di berdewamiya nûçeyê de çifteyên nêçîrê ku hema bêje li her malê hene wek “sûc” da nîşandan.   Yên di binçavan de ev in: Şebekî Saridemîr, Burhanettîn Ozel, Abdurrahman Kanmaz, Cahît Kirmaci, Enver Duman, Yakup Aras, Yavuz Kaya, Kenan Yildirim, Cemalettîn Şengul, Nevzat Çavuş, Kazim Keleş, Remziye Sonmez, Ekrem Ugraş, Abdulkerîm Keleş, Zubeyîr Ugun, Dînçer Polat, Burhanettîn Şahîn, Abdurrahîm Goksu, Nurî Kandemîr, Esat Kaplan, Ebubekîr Bukdemîr, Necatî Yazici, M. Reşît Tatli, Selameddîn Helvaci, Ahmet Kiliç, Îsmet Karabulut, A. Cemal Yazici, Yakup Yildiz, Îlhamî Kara, Aydin Ekîcî, Davut Bîngol, Siracettîn Ozyalçin, Aykut Ahmet Kara, Meral Alagoz Îmre, Necatî Aksoy, Halît Yilmaz, Ahmet Koçak, Mehmet Guler, Servet Înce û Muhammed Atalay.