Polîsan bi ser Weşanxaneya Aramê de girt 2018-02-15 14:26:02 AMED - Polîsan serê sibê bi ser Weşanxaneya Aramê de girt û bi dehan pirtûk desteser kirin.  Polîsan serê sibê bi ser depoya Weşanxaneya Aramê ya li Taxa Huzurevlerî ya Peyasa Amedê de girt û bi dehan pirtûk desteser kirin. Polîsên ku deriyê depoya weşanxaneyê bi balyoz şikandin, Polîsan afîşên danasîna pirtûkan ji dîwaran rakirin û hemû pirtûkên di refan de belav kirin. Dîsa 3 bilgisayarên li depoyê desteser kirin. Polîsan piştî lêgerînê nêzî 10 torba pirtûk bi hinceta der barê wan de biryara komkirinê heye desteser kirin û birin. Polîsen li derve sekinîn destûr nedan kes nêzî avahiyê bibin. Dema polîsan bi ser depoya weşanxaneyê de girt û jinekê xwest wêne bikişîne, polîsan telefon desteser kir û wêne jê bir. Esnafê xwest biçe cihê karê xwe jî piştî lêgerîna GBT'ê derbasî cihê karê xwe bû. Piştî polîsan lêgerîn kir û pirtûk desteser kirin Etîtorê Weşanxaneyê Ulaş Gultekin, û parêzerê şîrketê Resul Tamur hatin depoyê.    Edîtorê weşanxaneyê Gultekin, diyar kir ku hemû kar û barê wan li gorî zagonan hatiye amadekirin û wiha got: "Ewil Dadgeha Sulh Czea ya Kirşehirê der barê weşanxaneyê de lêpirsîn da destpêkirin. Der barê pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pirtûka sazumankara PKK'ê Sakine Cansiz û pirtûkên rewşenbirê kurd Musa Anter jî di navde 53 pirtûkên ji weşanxaneya Aramê hatibûn çapkirin biryara komkirinê derxistin. Niha cara duyemîn bi ser depoyê de girtin û derî şikandin. Heta niha bi ser gelek malan de girtin û pirtûkên der barê wan de biryara komkirinê hene desteser kirin. Niha em li depoyê firotinê nakin. Lê tevî vê yekê bi ser depoyê de girtine û derî şikanine. Em tu wateyê nadin vê yekê. Êdî hemû tiştên bê wate jî wateya xwe winda kiriye. Pirtûkên ku di sala 2001'an de hatine çapkirin û wê demê der barê wan de biryara qedexeyê tune bû jî desteser kirine. Pirtûkên berê der barê wan de biryara komkirinê tune jî biryara komkirinê derxistine."    Pirtûkên der barê wan de biryara komkirinê hatin derxistin wiha ne: "   “Guneşin Çocuklari Êzidîler” (Mehmet Ozcan), “21. Yy. Somurgeciligi Toplum Kirim (Cemal Şerik)”, “Hawar” (Alî Oruç), “Geliye Zilan Jederka Jin û Jane” (Devrim Serhad), “Elveda îkî Yuzlu Umut” (Cezmi Ersoz), “Mermer Kanatli Kuşlar” (Mahmut Yamalak), “Vakayiname (Musa Anter)”, “Tarih Şimdidir Kurdistan Tarihine Ozlu Bîr Bakış” (Kasim Engin), “Hayatin Kiyisina Yolculuk” (Seyit Evran), “Rojhilata Navin” (Rustem Cudi), “Ayintab Ustunde Kizil Bir Zaman (Dilzar Dilok)”, “Surgunde Kurtler, Kurt Sorununu Anlamak Uzere” (Burçin Demirtola Çelik), “Hep Kavgaydi Yaşamim 1.-2.-3. Cilt” (Sakine Cansiz), “Em Bun Baran” (Mizgin Ronak), “Kasirga Taburu 1.-2. Cilt” (Metmet Sebat), “Yaşamin Kiyisinda” (Mehmet Polatli), “Eylul Kasirgasi (Kemal Aktaş)”, “Daglar Konuşsun” (Serbest Kiçi), “Bizim Çocuklar” (Saadet Ferhat Dersim), “Demokratik Kurtuluş û Ozgur Yaşami İnşa” (Abdullah Ocalan), “Demokratik Modernitede Gençlik” (Sinan Şahin), “Gozyaşim Agiydi Seni Beklemek” (Rojbin Perişan), “Gedeye Şirin” (Nizamettin Akkurt), “Lilavlar Akacak” (Îlhami Çinar), “Dortlerin Gecesî” (Fevzin Yetkin û Mehmet Yetkin), “Dagin Yuregi Mavi Derya” (Hayatî Kaytan), “Mavidir Avaşin'in Suları” (Selçuk Şahan), “Diyarbakir Zindanlari 1.-2. Cilt” (Muzaffer Ayata), “Korkunun Rengi” (Ruşen Tutku), “Tul ve Kul” ( Abdurrahman Çadirçi), “Aksi Yalandır” (Sara Aktaş), “Gurbet'in Guncesi Yuregimi Daglara Nakşettim” (Gurbetelli Ersoz), “Bizim Mazlum” (M. Emin Yildirim), “Mordem’in Guncesi” (Ayhan Kaya), “Abdullah Ocalan ve Demokratik Modernite'nin Çozumu 1-2-3-4-5” (Abdullah Öcalan), “Kultur ve Uygarlık” (Sosyal Bilimler), “Ozgur Eş Yaşam” (Sosyal Bilimler), “Hedera Henaseyen Azad” (Birinen Gerilla), “Rojnivisa Hevaltiye” (Beritan Hilal), “Bir Yarım Dagda” (Turan Uysal), “Gerilla Anıları 1 İlkler” (Aram Yayınları), “Gerilla Anıları 2 Çagin Çıgları” (Aram Yayınları), “Gerilla Anıları 3 Sis” (Aram Yayınları), “Gerilla Aniları 4 Direniş Yuvası Daglar” (Aram Yayinları), “Gerilla Anilari 5 Zamanın Ruhuna Yolculuk” (Aram Yayınları).