Qeyûmê Şaredariya Silopî ji peywîrê hat girtin 2018-02-15 13:51:25 ŞIRNEX – Qeymeqamê navçeya Silopî Savaş Konak ê wek qeyûmê Şaredariya Silopî peywîrdarkiribûn, tayînî Mufetîşiya Mûlkiyeyê kirin.  Qeymeqamê navçeya Silopî Savaş Konak di 11’ê îlona 2016’an de wek qeyûm tayînî Şaredariya Silopî kirin. Konak bi biryarnameya li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir di Rojnameya Fermî de hat weşandin, tayînî Pileya 1’emîn a Mufetîşiya Mûlkiyeyê ya girêdayî wezaretê kirin. Nehat diyarkirin dê kê bînin şûna Konak.    QEYÛMÊ CIZÎRÊ JÎ HATIBÛ GUHERTIN   Qeymeqamê navçeya Cizîrê Ahmet Adanur jî yê qek qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin, di 20’ê tebaxa 2017’an de li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir ji peywîrê wî girtibûn û tayînî cihek din kiribûn.