Cerdevanan bersiva Efrînê dan Wezîr: Ger hûn ferz bikin em ê berdin! 2018-02-15 13:42:49 COLEMÊRG - Alîkarê Serokwezîr Fîkrî Işik, ku di 7’ê Sibatê de çû Geverê ji cerdevanên kom bûn xwestibû ku beşdarî operasyona Efrînê bibin. Cerdevanan bertek nîşanî vê daxwazê dan û gotin: “Em ne kerên ku me dajon ser mayînan. Ger li ser me ferz bikin, emê dest ji çekan berdin."  Operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevakarên wê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) yên li ser Efrînê di roja 27’an de jî berdewam dikin. Ligel nûçeyên “Em ê di sê rojan de bigirin” medya serdest serwîs kirin jî, hîna tu pêşketin çênebûne. Li ser vê yekê rayedarên hikûmetê li gelek bajaran ketin nava tevgerê û xwestin cerdevanan jî tevlî operasyonê bikin. Rayedarên hikûmetê li gelek bajaran bi cerdevanan re civîn pêk anîn û ji wan xwestin beşdarî operasyona Efrînê bibin.   Alîkarê Serokwezîr Fîkrî Işik, di 7’ê Sibatê de çû navçeya Geverê ya Colemêrgê û bi cerdevanan re civîn li dar xist. Civîn li Malapolîsan a navçeyê hat lidarxistin. Hin muxtar, nûnerên avakirina civaka sivîl û cerdevan beşdarî civînê bûn. Hat diyar kirin ku di civînê de Wezîr Fikrî Işik ji bo tevlî operasyona Efrînê bibin, li helwesta wan mêze kiriye.   'GELEK CERDEVAN NEHATIBÛN CIVÎNÊ'   Sercerdevanê beşdarî civînê bû û ji ber ewlekariya canê xwe nexwest navê xwe bide, tiştên berî civînê û piştî civînê hatin jiyîn, vegot. Sercerdevan, diyar kir ku gelek cerdevanên zanîn dê civîn ji bo operasyona li ser Efrînê bi lidarxin, beşdarî civînê nebûn û wiha axivî: “Ji ber ku gelek sercerdevan û cerdevanan zanîn dê civînê ji bo operasyona Efrînê bê lidarxin, beşdar nebûn. Muxtarên gund û taxan jî beşdarî civînê nebûn. Pir kêm muxtar, leşker û rayedarên dewletê beşdarî civînê bûbûn.”   'EM NE KERÊN KU ME DAJON SER MAYÎNAN'   Sercerdevan, anî ziman ku di civînê de li ser wan hatiye ferzkirin ku beşdarî êrîşên li ser Efrînê bibin û wiha  got: “Em ne kerên ku me dajon ser mayînan. Ger vê yekê li ser me ferz bikin, emê çekên xwe danin.”     DIXWAZIN NOBEDARÊN TAXAN JÎ BIŞÎNIN EFRÎNÊ   Sercerdevan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dixwazin nobedarên gund û taxan jî perwerde bikin û bişînin Efrînê. Ji ber vê yek rayedarên dewletê li navçe û navenda Colemêrgê ketina nava lêgerînan.”