Demîrtaş: Em bûn serê gunehan ên pêvajoya çareseriyê 2018-02-15 12:55:21 ENQERE- Selahattîn Demîrtaş di roja duyemîn a danişîna doza xwe de parastina xwe domand. Demîrtaş destnîşan kir ku operasyona 4'ê Mijdarê ji aliyê vîna siyasî ve hatiye koordînekirin û got: "Kesên di pêvajoya çareseriyê de bûn navbeynkar, ewil dibin serê gunehan. Aliyekî vê dozê jî ev e."  Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di roja duyemîn de bi parastinê didome. Nêzî 50 parêzer tev li danişînê bûn û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî danişînê temaşe dike. Danişîn li eywana Kampusa Girtîgeha Sîncanê didome. Demîrtaş sînordariya ji bo temaşevan û rojnamevanan rexne kir û got bi vî awayî tê xwestin ku doz ji raya giştî bê veşartin.    ‘XWEZÎ DANIŞÎN BI ZINDÎ BÊ WEŞANDIN'    Demîrtaş got: "Doz di ser çapemeniyê re tê amadekirin. Ger evqas bawerî bi çapemeniyê tê, xwezî danişîn zindî bihatana weşandin. Dema tawanbarîkirina min be bi awayekî alenî tê kirin, lê dema dor tê danişînê bi awayekî zêde tevdîr tên girtin. Pêvajoyeke dozê ya ku ji raya giştî û ji gel tê veşartin. Îktîdar dixwaze darizandinê ji raya giştî veşêre."    BAWERIYA XWE BI KÎJAN DARAZÊ NEDIHANÎN?   Demîrtaş domand: "Serokomarê vî welatî di 17-25'ê Kanûnê de kurê xwe neşand îfadeyê. Erdogan û Gul herduyan jî got 'Min Hakan Fidan ne şandiye îfadeyê'. Baweriya xwe bi kîjan darazê nedianîn; daraza ku me dişandinê. Ji bo min dibêje 'ew kes terorîst e'. Ji bo kesekî ku ji ber heqaret li Ataturk kiriye û hatiye girtin dibêje 'ji ber bûyer di pêvajoya darizandinê de ye, ne rast e ku xwe têxim şûna darazê û binirxînim.' Têkildarî Kavûrmaci dibêje 'Ev mijar têkildarî darazê ye. Nikarim tiştekî bibêjim.'"    TENÊ VÎNA SIYASÎ DIKARE VÊ YEKÊ KOORDÎNE BIKE    Demîrtaş pêvajoya binçavkirinê jî nirxand. Ji bo 4'ê Mijdara 2016'an ku bi fermana 6 dozgeran bi awayekî hevwext avêtina ser mala gelek parlementeran jî got: "Tenê vîna siyasî dikare tiştekî wisa koordîne bike."   Demîrtaş, diyar kir ku roja hatin binçavkirin, ji bo wan bibin girtîgehê li balafirgeha Amedê balafirek sekinandine û hîn dema di bin çavan de bûne li girtîgehên Sîlîvrî û Kandirayê cihên wan hatiye amadekirin. Demîrtaş destnîşan kir ku li ser belgeya têkildarî wî Girtîgeha Kandirayê nivîsandîbû û li ber çavê wî ser vê yekê hatiye xêzkirin û li şûna wê Girtîgeha Edîrneyê hatiye nivîsandin.    ‘EM BÛN SERÊ GUHENEHAN ÊN PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ'    Demîrtaş destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoya aştiyê wan gelek tişt kirine û got: "Me got 'Ger rojekê pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve, wê kesek bê xelatkirin. Lê ger têk biçe wê hesab ji me bê pirsîn.' Kesên di pêvajoya çareseriyê de bûn navbeynkar, ewil ew dibin serê gunehan. Hêleke vê dozê jî ev e. Bîrbiriyeke 'binketina pêvajoya çareseriyê ji ber HDP û Hevserokê Giştî Demîrtaş e' hat çêkirin û gelek fezleke wisa hatin amadekirin."    Demîrtaş, destnîşan kir ku kîjan girtîgeha ku darizandin herî dereng lê tê kirin birin wir û got: "Ger lez û beziyeke darazê ya ku nîvê şevê bavêje ser malên me û me bibe hebe, rojek berî wê dema em ji Meclîsê derdiketin dikaribûn bigirin. Lê nekirin. Ewqas eceleya wê heye ku davêje ser malan. Şevekê di nezaretê de dihêle, paşê parêziyê dixwaze. Dixwaze demildest bîne hizûra xwe. Lê heman daraz ji bo kirariyeke ku dibe mesafeyeke hezar û 150 kîlometre xwe li bêdengiyê datîne. Li Girtîgeha Edîrneyê bêyî hincet hemû hevdîtinên me hatin tomarkirin."