Danişîna Balûken taloq kirin 2018-02-15 11:54:40 XARPÊT - Doza Parlementerê HDP’ê Îdrîs Balûken ya ji ber axaftineke li Xarpêtê lê hat vekirin û 10 sal ceza jê dixwazin, hat taloqkirin.  Danişîna 3’yemîn a doza Parlementerê HDP’ê yê Amedê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken, ku di 2012’an de ji ber axaftina wî ya di Kongreya Asayî ya 2’yemîn a BDP’a Xarpêtê de lê hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Xarpêtê pêk hat. Balûken ji Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Sîncanê bi riya SEGBÎS’ê tev li danişîan dozê bû û parêzerên wî jî li eywana danişînê amade bûn. Balûken ji bo vê doza ku bi îdiayên “Propagandaya rêxistin”, “Pesinandina sûc û sûcdar” û “Tehrîkirina gel a ber bi kîn û dijminahiyê ve” tê tawanbarkirin û 10 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin, destnîşan kir ku ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê û ji ber îdianame negihaştiye destê wî, doza demeke pêvekî kir. Her wiha parêzeran jî daxwaza muwekîlê xwe dubare kirin.    Heyeta dadgehê jî daxwaza Balûken û parêzerê wî nirxand û danişîna dozê taloqî 17’ê Gulanê kir.