'Serê girtiyan li petekan xistin û girtî xwîn divereşin’ 2018-02-15 11:47:39 BALIKESÎR –  Malbatan ragihand ku li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê girtî hatine derpkirin û gotin: “Serê girtiyan li petekên kalorîferê xistine. Ji ber vê yekê dema dixukin xwîn veredişin.”  Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Bandirma ya Balikesîrê bi riya telefonê li malbatên xwe geriyan û der barê îşkenceya li wan hatiye kirin agahî dan. Malbatan diyar kir ku girtî Muharem Çay dema di 8’ê sibatê de birine revîrê, gardiyanan lê heqaret kiriye û ew derp kirine û gotin: "Muharem Çay ji aliyê 25 gardiyanan ve hat derpkirin. Gardiyanan serê wî li petekên kalorîferê xistin. Rewşa wî qet ne baş e. Dema Muharem Çay dikuxe xwîn vedirşe. Li ser guhê wî şopên îşkenceyê hene û birîn kirine. Ser û çavê wî reş û şîn bûye. Li korîdarê jî şopên xwînê hene.”    ‘DEST Û LINGÊ WAN KELEPÇE KIRIN Û AVÊTIN ODEYA BI SINGÊR’    Malbatan da zanîn ku Yoldaş Bîngol û Azîz Arslan ê li heman qawişê bi Çay re dimînin li dijî derpkirina hevalê xwe li derî dane û gardiyanan bi ser qawîşê ve girtiye û Bîngol û Arslan jî derp kirine. Malbatan got ku li ser laşê her du girtiyan jî şopên îşkenceyê hene û ji ber Arslan ji serê xwe derb xwariye xwîn vedireşe. Malbatan destnîşan kir ku dest û lingên Çay, Bîngol û Arslan kelepçe kirine û du saetan di odeya bi singêr de hiştine.   ‘BI SIRGÛNAN GEFAN LI GIRTIYAN DIXWIN’    Malbatan anî ziman ku girtiyên din jî ji ber destûr nedina jimartina li ser piya hatine derpkirin û rêveberiya girtîgehê her dem bi sirgûnkirinê gef li girtiyan dixwe.    Der barê mijarê de me bi telefonê xwe gihand girtîgehê û rayedaran got “Off dîsa hûn’ û îdia kirin ku ku rayedarên agahî bidin kes tune ye.