Parêzarên Ocalan serî li dozgeriyê dan 2018-02-15 11:36:35 STENBOL - Parêzerên Ocalan, ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heta niha parêzeran 731 carî serî li serdozgeriyê daye.  Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan Faik Ozgur Erol, İbrahim Bilmez û Fuat Coşacak ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re sibê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Tevî vê serlêdanê, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve heta niha parêzeran 731 carî ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin serî li dozgeriyê dane.    Hemû serlêdanên parêzeran bi hincetên wek “Rewşa hewayê nebaş e”, “Keştî xerabe ye” û “Rewşa Awarte” tên redkirin.