'Çalakiyê rêya me ronî kir' 2018-02-15 11:27:49 AMED - Mustafa Malçok ê 17 salî di 15'ê Sibata 2011'an de li tenişta Çemê Dîcle bedena xwe da ber agir û salvegera 15'ê Sibatê şermezar kir. Birayê Mustafa Malçok Ahmet Malçok, qala çalakiya birayê xwe kir û wiha got: "Piştî çalakiya Mustafa li der û dorê me guhertinên zêde pêş ketin. Çalakiya Mustafa rêya me tevan ronî kir."  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999’an di destê dewletên navneteweyî radestî Tirkiye hat kirin. Piştî Ocalan ji Sûriye hat derxistin û di 15'ê Sibatê de anîn Tirkiye, gelek kesan ji bo Ocalan xwe şewitandin. Di her salvegera 15'ê Sibatê de çalakî hatin lidarxistin. Her çend Ocalan ev çalakî nepejiradin jî bi dehan kesan bedena xwe da ber agir û ji bo Ocalan bedena xwe şewitandin. Yek ji van kesên ku xwest polîtîkayên li ser Ocalan şermezar bike Mustafa Malçok ê 17 salî bû. Malçok di 15'ê Sibata 2011’an de li tenişta Çemê Dicleyê çalakî pêk anî.    Der barê çalakiya Mustafa Malçok de birayê wî Ahmet Malçok axivî. Malçok, diyar kir ku li pey xwe nota “Bedenên ku dişewitin dê tariya 15'ê Sibatê  ronî bike" hiştibû û wiha got: "Di serî de ji bo me û ji bo hemû ciwanên Fiskaya bû ronahî."    ‘EZ LI DIJÎ TARIYÊ RONAHIYÊ DIPARÊZIM'   Malçok, anî ziman ku ew li taxa Ferîdkoşkê ya li Sûrê wekî Fiskaya tê zanîn dijîn û wiha got: "Birayê min nasnameya berxwedêr ya Fiskaya nîşan da. Têkoşîna Mustafa di dememên pir biçûk de dest ê kir. Çalakiya birayê min pir bi wate û mezin e. Dema Mustafa nû têkoşin nas kir pir biçûk bû. Ez pir seranser nêzî Mustafa bûm. Ji ber vê yekê sohbetên me jî li ser vê yekê bi sînor man. Min zêde wate neda wî û têkoşîna wî. Min gelek caran xwe pêre aciz kir û bêre hêrs bûm. Lê wî li min guhdar kir. Piştre ji min re got "Tariyek heye divê bê ronîkirin. Ez li dijî tariyê ronahiyê diparêzim. Ev ne tiştekî xerab. e ji bo me hemûyan lazim e. Hewl dida min îkna bike."    ‘SEKNA MUSTAFA YA PÊŞENGIYÊ EZ PIR BI RÛMET KIRIM'   Malkoç, anî ziman ku ji ber berpirsiyariya malê li ser milê bû gelek salan li derve kar kir û wiha got: "Ji ber ku ez girtî bûm. Min û Mustafa hev nedît. Herî dawî dema min Mustafa dît 16 salî bû. Lê ne wekî ciwanekî 16 salî wekî mirovekî 40 salî xwedî seknek bû. Ez û wî li tenişta Çemê Dîcleyê geriyan. Hevalên wî hatin me bi hevre çay vexwar. Mustafa pir bi kelecan û coş bû. Hêz û wêrekî dida der û dora xwe. Hevalên wî pir baş li wî guhdar dikirin. Mustefayê 16 salî çûbû li wûna wî kesekî bi vîn, wêrek û bi hêz haitbû. Ez bi vê yekê hem kêfxweş bûm û hem jî mat mam."   'PIŞTÎ ÇALAKIYA WÎ MIN TÊKOŞÎN NAS KIR'   Dema Mustafa çalakî pêk anî ez girtî bûm. Min got êdî girtîgeh naqede. Salek şûnde hatim Amedê. Min ewil hevalê Mustafa dît. Mim bi çalakî û têkoşîna Mustafa re têkoşîn nas kir.    LI SER TEVAHIYA TAXÊ BANDOR KIR   Malçok, anî ziman ku dema hat Fiskaya her tişt hatibû guhertin û çalakiya Mustafa bandorek mezin li ser gelê taxê kiribû. Malçok, anî ziman ku gelê kurd bêtir li doz û têkoşîna gelê kurd xwedî derdiket û wiha bi dawi kir: "Dayikan li ser tenûran sincê ciwanan di axivîn. Cihê ku navê Mustafa lê derbas dibû her kes bi hurmet nêzîk dibû. Mustafa bedena xwe da ber agir û tarî ronî kir."