‘Hûn bi kurdî baixivin em ê lêpirsînê bidin destpêkirin’ 2018-02-15 11:20:57 ÎZMÎR – Serhat Demîr (32) yê li Girtîgeha Şakranê girtibû û hat berdan behsa binpêkirinên mafan kir û got ku dema girtî têkildarî girtîgehê bi kurdî daixivin rastî tehdîtên lêpirsînê tên.  Di 23’ê gulana 2017’an de li Îzmîrê Serhat Demîr (32) bi hinceta li ser medya civakî “Propaganda rêxistinê kirye” hatibû girtin û li Hejmara 3’an a Girtîgeha Tîpa T a Şakranê girtibû û di rojên borî de di danişîna ewil de hat berdan. Demîr behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir.    ‘GEFAN LI AXAFTINA KURDÎ DIXWIN’    Demîr anî ziman ku ji ber pêkanînên kêfî yên OHAL’ê girtî bi şertên xerab re rû bi rû dimînin û li her beşa girtîgehê pêkanînên dijwar li ser girtiyan ferz dikin û hemû girtî di bin zextan de ye.    Demîr diyar kir ku herî zêde mafê ragihandinê yê girtiyan tê astengkirin û got: “Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan nakin û dernaxin revîrê. Di dema xwe de mudaxeleyî girtiyên nexweş nakin. Beriya hevdîtina bi malbatan re gardiyan ji girtiyan dibêjin ‘Li ser mijarên siyasî û bi kurdî ne axivin. Heke ku hûn der barê pirsgirêkên girtîgehê de biaxivin em ê lêpirsînê bidin destpêkirin.’ Girtiyan bi van gotinan tehdît dikin. Hez nakin girtî silavê bidin hev. Di hevdîtinên vekirî de benikên pêlavên me jî derdixin. Dest datînin ser pirtûk, radyo û rojnameyan. Tev li cilên girtiyan jî dibin. Nahêlin ku girtî şalwar li xwe bikin û cilên yek reng tên ferz kirin. Girtî heta dawiyê bi biryar in ku li dijî van pêkanînan têbikoşin.”