Qedexeya li ser 178 gundan bi dawî bû 2018-02-15 11:10:18 AMED - "Qedexeya derketina derve" ya duh li 178 gundan hat îlankirin îro bi dawî bû.  Walîtiya Amedê ji ber operasyona bejayî ya bi hezar û 200 leşker û cerdevanî li navçeyên Pasûr, Farqîn, Hezro û Liceyê dest pê kir, li gelek deverên herêmê "qedexeya derketina derve" îlan kiribû. Walîtiyê daxuyand ku qedexeya li 178 gund û mezrikî hat îlankirin, hatiye rakirin.