‘Rojeke giran bû, lê çareserî li wir pêkan e’ 2018-02-15 10:37:07 AMED – Surreya Sakli ya kurê wê Mehmet Şerîf Sakli di 2012’an de ji bo tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike agir berda bedena xwe, destnîşan kir ku 15’ê Sibatê ji bo gelê kurd rojek giran e û wiha got: “Şerîf li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan xwe şewitand. Tecrîd hêj didome û agahî hêj ji Serok nayê girtin. Çareserî li gel Serok pêkan e û tenê Serok dikare şer bi dawî bike."  Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi destê dewletên navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ragirtina Ocalan a li Girava Îmraliyê 19 sal li pey xwe hişt. Ji roja ku Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin heta niha di bin tecrîtê de tê girtin. Dem bi dem tecrîda li ser Ocalan hat dijwarkirin û li dijî vê çalakiyên radîkal pêk hatin û gelek mirovan bedena xwe da ber agir. Di navbera 2011 û 2012’an de jî tecrîda li ser Ocalan giran bû û agahî jê nehat girtin. Ev yek bû sedema gelek çalakiyên mezin.   Yek ji van çalakiyan jî ya Mehmet Şerîf Sakli yê 27 salî bû. Malbata Sakli di 1994’an de ji ber zextên dewlet û êrîşên Hîzbûlkontrayê ji Amedê koçî Bursayê kirin. 20 salan li Bûrsayê man. Sakli bi boneya tecrîda li dijî Ocalan û zextên li ser gelê kurd şermezar bike, di 2’ê Hezîrana 2012’an de li navçeya Mudanya ya Bursayê ku li hemberî Girava Îmraliyê ye, bedena xwe dide ber agir. Dema Sakli xwe dişewitîne hin welatî ferq dikin û wî radikin nexweşxaneyê. Dema Sakli li ser sedyeyê dadixînin beşa lezgîn dirûşmeya “Berxwedana jiyan e” berz dike. Sakli piştî rojekê li nexweşxaneyê dimîne, jiyana xwe ji dest dide. Malbat cenazeyê kurê xwe werdigire û li Amedê defin kirin.   NAME LI PEY XWE DIHÊLE’    Sakli beriya xwe bişewitîne nameyek li pey xwe dihêle û behsa naveroka çalakiya xwe dike. Nameya Sakli wiha ye: “Di destpêkê de ez ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê lêborînê dixwazim. Hewldana min a ji bo beşdariya nav refên gerîlayan bi ser neket. Rewşa polîtîkaya tecrîdê êdî min li dijî vê rewşê di asta herî jor de aciz kir. Ji ber vê yekê ez vê çalakiyê li ser înîsiyatîfa xwe pêk tînim. Ez daxwaz dikim ku dê ev çalakî ciwan û jinên kurd li dijî tecrîdê ruhê serhildanê bilind bike. Ji ber ku ez nebûm layîqî vê tevgerê, ez ji gelê kurd û PKK’ê efûyê dixwazim. Li dijî tecrîdê bêdeng mayîn bêrûmetiya herî mezin e. Ez dixwazim gelê kurd ê bi rûmet deng bide vê qêrîna min. Ez ji we rica dikim min li paytexta Kurdistanê veşêrin. Wek ku hevala Zîlan gotiye ‘Xwezî ji bilî giyana xwe tiştek bi nirxtir hebûya min bida Rêber Apo.’”    Sakli li gel vê nameyê gelek rojnivîsk, helbest û nîşeyan jî li pey xwe dihêle. Sakli nêzî du salan jî li Bursayê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem ên Bi Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) hatin girtin belav dike û di nav ciwanan de jî xebat dimeşîne.   Dayika Sakli, Sureyya Sakli der barê çalakiya kurê xwe, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 15’ê Sibatê de axivî   ‘DILÊ MIROV NEDIŞIKAND’    Dayik Sakli bibîr xist ku ji ber polîtîkayên înfazê yên li ser kurdan dihatin ferz kirin ji Amedê koçî Bursayê kirine û got: “Dema em çûn Bursayê Şerîf hêj biçûk bû. Ez li Bursayê biçûma kîjan çalakiyê ew jî li gel min dihat. Dema ez diçûm hepsê hevdîtina kurapê xwe, her tim bi min re dihat. Ji biçûkatiya xwe heta çalakiyê pêk bîne, di nav xebatên partiyê de bû. Ji lîseyê dev ji dibistanê berda. Kesayetek pir baş bû. Qet dilê min nedişikand. Dema ez ne li malbûma kar û barê malê dikir. Her tim ji min re dibû alîkar.”   GOTINA DAWÎ: BERXWEDAN JIYAN E   Dayik Sakli anî ziman ku kurê wê beriya biçe çalakiyê li dar bixe jî rojnameyên xwe belav dike û beriya çalakiyê telefona xwe li malê dihêle û agahî dide gelek hevalên xwe jî. Sakli diyar kir ku hevjînê wê agahî didê ku kurê wan xwe şewitandiye û wiha got: “Ez wê rojê ne li mal bûm. Piştî me bihîst em çûn ber nexweşxaneyê. Dema wî ji ambulansê daxistin her kes giriya û wî jî bi halê xwe birîndar got ‘Ez baş im. Negirîn.’ Dema wî birin cihê pasûmanê qîriya û got ‘Berxwedana jiyan e’ û êdî me wî nedît.”    XWE LI HEMBER GIRTÎGEHA OCALAN DIŞEWITÎNE   Sakli di berdewamiya axaftina xwe de got: “Dema dê biçe çalakiyê pêk bîne, di nav derî de li xwişka xwe dinêre û tiştekî nabêje. Pişt re diçe. Diçe li Mudanyayê du lître û nîv benzîn dikere û li gundekî Mudanya li hember girtîgeha Îmraliyê xwe dişewitîne.” Sakli dazanîn ku berî ku kurê wê xwe bişewitîne nameyek dinivîsîne û di nameyê de wesiyeta xwe dike ku wî li Amedê veşêrin û cenazeyê wî tînin li Amedê vedişêrin.    ‘BI XWENDINA PIRTÛKÊ WÎ HEZKIRINA WÎ MEZIN BÛ’    Sakli behsa bandora Ocalan a li ser kurê xwe kir û wiha axivî: “Girêdana wî ya bi Serok re bi xwendina pirtûkan dest pê kir. Piştî pirtûkên wî xwend hezkirina wî li hember serok pir mezin bû. Her dem pirtûkên Serok dixwend. Her dem qala wî dikir. Beriya xwe bişewitîne pir dixwest biçe beşdarî gerîla bibe. Hem dixwest ji bo ciwan û gelê kurd ên li Bursayê bibe alîkar û hem jî dixwest biçe bibe gerîla. Qet ne disekinî li aliyekî rojnameyan belav dikir û li aliyekî jî xebatên partî û ciwanan dida meşandin. Ji biçûkatiya xwe ve meyla wî li ser xebatên şoreşê hebûn.”    ‘BIXWESTINA ME YÊ KEZEBA XWE BIDA WAN’    Sakli destnîşan kir ku 15’ê Sibatê ji bo wan rojek reş e û wiha dewam kir: “Ji bo tevahiya gelê kurd û gelan rojek bêbext e. Dîlgirtina Serokatî êşek pir giran bû. Roja Serok dîl hat girtin, kurê min Cheguevara yek salî bû. Bavê wî got niha ‘bêjin Cheguevara bidin me em biavêjin behre û em ê Serok berdin.’ Bavê wî got ‘Heke wisa bêjin em ê niha Cheguevara bidin wan.’ Ji kezeba mirov tiştek şêrîntir tune ye. Lê ji bo dîlgirtina Serok me ne digot na. Bila Serokê me bihata berdanê, lê me yê kezeba xwe bidana. Heta Serokê me li wir girtî be em ê vê rojê şermezar bikin. Di wê rojê de qet ez nikaribim tiştekî jî bikim ez ê bi lixwekirina cilên reş vê rojê şermezar bikim.”    ‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ PÊKAN E’    Sakli bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Ji bo çareserî pêk bê û aştî mayînde bibe divê demil dest Birêz Ocalan bê berdan. Sedemê van şerê pêk tê hemû tecrîd û agahî jê negirtina serokê me ye. Heta agahî ji serok neyê girtin û tecrîd li ser hebe dê şer bidawî nebe. Polîtîkaya çareseriyê li Îmraliyê pêkan e.”    ‘EZ TÊKOŞÎNA WÎ LI ERDÊ NAHÊLIM’   Dayik Sakli gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em ê her dem li pey doza Şerîf bin. Em ê nehêlin ku doza Şerîf li erdê bimîne. Heta çavê min vekirî be dê têkoşîna wî li erdê nemîne.”    MA / Bîlal Guldem