Parlementer Atalan: Qeyûm biryara xirakirina mala şînê ya Êzidiyan da 2018-02-15 09:57:29 MÊRDÎN – Xebatên avakirina gundê Efşê yê Êzidiyan ku salên 80’an b koçberiyê re rû bi rû mabûn tê astengkirin. Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan da zanîn ku qeyûmê Şaredariya Nisêbînê derbarê mala şînê ya ku ji aliyê Êzidiyan ve li gund tê avakirin de biryara xerakirinê daye.  Êzidiyên ji gundê Efşê ya li quntara çiyayê Bagokê ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku di sala 1980’an de li ser zordestiyên dewletê zorî koçberiyê bûn, piştî salan biryara vegera gundê xwe dan. Êzidiyan piştî biryara vegerê dan ewil dest bi avakirina mala şînê kirin. Êzîdiyên ku di heman demê de ji bo standina tapoyê erdê xwe hewl didan, avakirina mala şînê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê ve hat rawestandin û piştre jî hat mohrkirin.    ÊZIDÎ LI BENDA PIŞTGIRIYÊ NE   Êzidiyên rastî astengiyên Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê dihatin, vê carê jî rastî gefên cerdevanên ji gundê derdor hatin û daxwaza 800 hezar avro kirin. Li ser van astengî û gefan Êzidiyên dixwazin vegerin gundê xwe li benda piştgiriyê ne. Parlementerê HDP’ê ya Mêrdînê ku bi xwe ji Êzidî ye Alî Atalan derbarê astengiyên li ser Êzidiyan û vegera wan axivî.    ‘QEYÛM BI MECLÎSA XWE BIRYARA XIRA KIRINÊ DIDE’   Atalan dest nişan kir ku kesên iddia dikin ku ev gund ya wan e dixwazin li ber vegera Êzidiyan bibin asteng û wiha got: “Bi salan Êzidî li ser vê axê jiyane. Di milê vegerê de jî biryardariyek mezin heye. Li hemberî biryardariya Êzidiyan li dijî qanûnê biryarek distênin û gundê Efşê wekî qada Sît îlan dikin. Bi van rê û rêbazan avakirina gund asteng dikin. Qeymaqamtî, derbarê mala şînê de biryara xira kirinê dide. Binêrin qeyûmê hatî tayînkirin, bi meclîsa bi xwe tayîn kirî biryara xira kirinê dide.”   ‘DIVE HER KES LI ÊZIDIYAN XWEDÎ DERKEVE’   Atalan da zanîn gundên derdorê û gelên heremê dizanin ku gundê Efşê ya gelê Êzidiyan e û wiha pê de çû: “Hişmendiya berjewendiyê, bi riya olî li hemberî Êzidiyan listokên qirêj dileyîzin. Dema Êzidî li gund û hê jî koçber ne bûyî ev kes xwedî li gund derneketine. Bi hişmendiya erdê bê xwedî tevdigerin. Ji ber vê yekê parastina maf û hiqûqa Êzidiyên gundê Efşê behra herkesê ye. Dive raya giştî li cem stembaran bisekine û nerazîbûna xwe nîşan bide.”   ‘LI HEMBER HIŞMENDIYA DEREÇAXÎ BISEKININ’   Atalan anî ziman Êzidî li hemberi astengî û gefan xwedî li axa xwe û nirxên xwe derdikeve û wiha berdewam kir: “Stembar dest ji axa xwe bernadin. Em ê jî li cem stembaran li hemberî van kiryaran sekna xwe bidomînin. Li hemberî hişmendiya dereçaxî li cem Êzidiyan cîh bigirin. Em tu hêviyê ji kesê nakin, ji ber hiqûq û edalatê tekoşînê didin.”    Atalan got ku ew dê tekoşîna hiqûqê bidin û dema riya hiqûqa hundir asê bibe ew dê serî li hiqûqa navnetewî bidin.