Mexdûrên erdheja Wanê 2 mehin di sermayê de dijîn 2018-02-15 09:12:10 WAN - Malbatên xizan ên di TOKI’yên Kevenlî de dijîn, ji ber ku 2 meh in komirê nadin wan di sermayê de dijîn. Jinên bi zarokên xwe re li dijî sermayê têdikoşin, xwestin bi lez pirsgirêkên wan bên çareserkirin. Li Wanê di 23'ê cotmeh û 9'ê mijdara 2011’an de 2 erdhejên mezin pêk hatin û bi sedan avahî û mal xirabûn, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Malbatên xizan li TOKI’yên Kevenliyê hatin bicihkirin. 2 meh in komirê nadin malbatan û di sermayê de dijîn. Dewletê berê 60 ton komir ji welatiyan re dişand. Lê ji ber ku ev alîkarî kêm kirin, bi taybetî welatiyên di avahiyên 1+1 de dijîn bi zeymetiyên mezin re rû bi rû ne. Bi taybetî jinên bi zarokên xwe re dijîn, ji ber ku kalorîfer naşixle, di nava sermayê de jiyana xwe berdewam dikin.   Jinên ku li Bloka B-22 a TOKI’ya Kevenliyê dijîn, bal kişandin ser jiyana xwe ya zor û zehmet. Jinan diyar kirin komira ku berî 2 mehan ji wan re hatiye, qediya ye û bi tu awayî kalorîferên mala wan germ nabin û xwestin pirsgirêkên wan çareser bibin.   ‘2 MEHIN EM DI SERMAYÊ DE DIJÎN’   Gulten Koçak, qala derfetên zor ên jiyana xwe kir û wiha axivî: “Bi dehan çar min serî li Walîtiyê û Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Bajêr (SYDV) da. Malên me wekî bozêne û em gelek caran nexweş ketin. Hemû jinên li vê derê dimînin jinên bi tenê ne û bi tena serê xwe têdikoşin. Ji xwe tenê odeyek û salonekê van malan hene. Em hewl didin van malên biçûk de bijîn. Pirsgirêkên me naqedin. Ji ceyrana wê bigirin heya ava wê weke deyn li me vedigerînin. Ger pareyên me hebûyan, ji xwe em ê jî mîna hemû kesan li navenda bajêr bijiyan.  Lê kes şert û mercên em tê de dijîn nabînin û ev 2 mehin em di sermaya dijwar de dijîn. Bêguman niha pirsgirêka me ya herî mezin gerim bûne. Bi mehane komira me qediyaye. Hemû jinên di avahiyê de bi karê destan derbara xwe  dikin. Gelo jin dê bi vî pareyî komirê ji ku derê bikirin. Hemû kes rewşa me dizanin. Dixwazim cardin alîkariya komir ji bo me bikin.”   ‘FATUREYÊN CEYRANÊ 600 AN JÎ 700 TL TÊN’   Koçak, anî ziman ku hemû malbat bi sobeyên ceyranê hewl didin malên xwe gerim bikin û wiha got: “Fatueyên ceyranê jî 600 an jî 700 TL tê. Em nikarin fatureyên ceyrê bidin. Ewqas pareyê me tuneye. Ji ber ku me nikarin deynê ceyranên xwe bidin tim tê qûtkirin.”   PÊDIVÎ BI ÇARESERIYEK LEZGÎN HEYE   Hamayîl Işik a di heman avahiyê de dijî jî, diyar kir ku ji ber sermayê tim nexweş dikevin û wiha axivî: “Ez pîrim û bi dehna nexweşiyên min hene. Gelek caran şer û çavên min diwerimin û nikarim ji cihê xwe rabim. Ji ber sermayê ji bin betaniyê dernakevim. Gava em daxwaza komir dikin, tim ji me re dibêjin ‘Hûn deyndarê me ne, komura we ji deynê we diçe.’ Berî çend mehan komir dan me. Heya 2 mehan têra me nekir. Bi dehan mirovên pîr û astengdar di vê avahiyê de hene. Pêdiviya me bi çareseriyek lezgîn heye. Bi vî awayî em nikarin zêdetir bijîn.”