Efrînîyan Erdogan hişyar kir: 300 hezar koçberên li Efrînê kî ne? 2018-02-15 09:09:13 EFRÎN – Endamê Rêveberiya Karê Civakî yê Kantona Efrinê Mihemed Hecî Hesen, bertek nîşanî daxuyaniya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a "Li Tirkiye 3.5 mîlyon penaber hene. Em dê wan li Efrînê bi cih bikin" rexne kir û wiha got: "Nêzî 300 hezar koçber li Efrînê hene. Ev ne koçber in çine?" Êrîşa TSK'ê û komên girêdayî wê ku di 20'ê Çile de li ser Efrînê dest pê kirin di roja 27’an de didome. Çend roj berê Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan li Stenbolê bal kişand ser koçberên ku ji şerê Sûriye hatine Tirkiye û gotibû “Li Tirkiye nêzî 3.5 milyon penaber hene. Em dê wan li Efrînê û bi cih bikin." Erdogan bi vî rengî xwest êrişa li ser Efrînê rewa bike. Lê 300 hezar penaberên ku li Efrînê dijîn û nêzî milyonek gelheya Efrînê li ber çavan negirt.    LI EFRÎNÊ 300 HEZAR KOÇBER HEYE   Piştî li Sûriye şer dest pê kir û komên wekî DAİŞ, El Nusra û komên din ên çekdar ketin Sûriye, nêzî 300 hezar welatî ji şer reviyan û berê xwe dan Efrînê. Koçberên ku ji şerê li Dêra Zor, Idlip, Humus Kuneytrê reviyan hatin li Efrînê bi cih bûn. Efrîn ji bo xwe wekî cihê aramiyê dîtin û li Efrînê bi cih bûn. Her ku welatiyên Efrînê hembêza xwe ji Koçberan re vekir, bêtir welatî herikîn Efrînê. Koçberên hatin li kampên Rûbar û Şehbayê bi cih bûn. Tevî ku saziyên navneteweyî piştgirî nedan koçberan jî gelê Efrînê û rêveberiya Kantona Efrinê bi derfetên xwe hemû pêdiviyên koçberan pêşwazî kir û destûr neda ku destê xwe dirêjî derve bikin.    BÛYE BENDERA GELAN Û KOÇBERAN    Endamê Rêveberiya Karê Civakî yê Kantona Efrinê Mihemed Hecî Hesen, têkildarî rewşa koçberan û helwesta daxuyaniya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a "Li Tirkiye 3.5 mîlyon penaber hene. Em dê wan li Efrînê bi cih bikin" ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Mihemed Hecî Hesen, bertek nîşanî daxuyaniya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan da û wiha got: "Nêzî 300 hezar koçber li Efrînê hene. Ev ne koçber in çine?"    Hesî Hesen, anî ziman ku di destpêka koçberiyê de bi felsefeya biratiya gelan tev geriyan û koçberên ku hatin Efrînê li malên gel kirin mêvan. Mirovên hatin Efrinê li şûna kampan me şand malên gel. Lê piştî hêjmara koçberan zêde bû, em neçar man ku koçberan li kampan bi cih bikin. Me di sala 2014'an de li Gundê Bakurê yê navçeya Şêrawa kampa Rubar ava kir. niha li kampa Rubarê 530 malbatên koçberan dijîn. Dîsa me Kampa Şehba ava kir. Li vir jî bi hezaran malbat dijîn.    WARGEHÊN KOÇBERAN BOMBE DIKIN   Hesen, anî ziman ku ji destpêka şerê li Efrînê heta niha deriyê kampên koçberan vekirine û wiha got: "Me bang li rêxistinên navnetewî kir û xwest alîkariyê bidin koçberan. Le heta niha tu alîkarî ji rêxistinên navneteweyî nehatine. Gelê Efrînê û rêveberiya Efrînê bi derfetên xwe alîkariyê dide koçberan. Şer 26 roj li pey xwe hişt û ket roja 27'an. Lê heta niha Rêxistin û hêz navneteweyî tu alîkarî nedaye koçberên van kampan. Ji ber êrîşên li ser Efrinê koçber jî zerarê dibînin. Di destpêka şer de Kampa Rubarê bombe kirin. Welatiyên kampê neçar man ku li gundên derdor û navenda Efrînê bi cih bibin."   BILA ERDOGAN ÇAVÊ XWE VEKE   Hesen, bertek nîşanî daxuyaniya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a "Li Tirkiye 3.5 mîlyon penaber hene. Em dê wan li Efrînê bi cih bikin" jî rexne kir û wiha got: "Nêzî 300 hezar koçber li Efrînê hene. Ev ne koçber in çine? Divê Erdogan baş zanibe ku nêzi 300 hezar koçber niha li Efrînê hene. Gelo dê koçberan li ser koçberan bi cih bike. An dê van koçberan dubare koçber bike û yên din li şûna wan bi cih bike. Ev hişmendiya dagirkeriyê ye.    MA / Nazim Daştan - Selami Aslan