Ata: Ocalan komplo pûç kir, lê niha bi êrîşa li dijî Efrînê didome 2018-02-15 09:08:00 AMED - Berdevka TJA'yê Ayla Akat Ata, di heyeta yekemin çû Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir de cih girtibû, der barê radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye de got: "Helwesta Birêz Ocalan komploya 15'ê Sibatê vala derxiswt. Êrîşa li dijî Efrînê jî berdewama komployê ye." Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi destê dewletên navneteweyî  19 sal berê radestî Tirkiyeyê kirin. Operasyona ku bandoreke mezil li ser Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kir, hêj bandora xwe heye. Di vê pêvajoyê de Ocalan gelek hewldanên girîng pêk anîn. Ji 5'ê Nîsana 2015'an ver ve nahêlin Ocalan bi tu kesî re hevdîtinê pêk bîne. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, di 3'yê Çileya 2013'an de bi Ahmet Turk re çû Girava Îmraliyê, hem behsa wê rojê û hem jî behsa geşedanên roja îro kir.   ‘OCALAN SERÊ MUZAKAREYAN DIKIŞAND’    Ata bal kişand ser agirbestên ji salên 93'yan heta niha û ev tişt got: "Ji sala 1993'yan heta niha, ruxmê ew qas hevdîtinan pêvajoya muzakereyê dest pê nekirn. Di sala 2013'an de ev pêvajo veguherî muzakereyê. Birêz Ocalan li ser maseyê serê muzakereyan dikişand. Em wekî siyasetmedar çûn wir. Muxatabên maseyê Qendîl, Ewropa û girtîgeh bûn. Van hemû muxataban vînek danîn holê û li hev dihatin. Lê di berdewama pêvajoyê de me dît ku AKP wekî muxatabekî her çendî xwe danîbe holê, lê bi giştî hemû hevgirtiyên li Tirkiyeyê negirtiye nava xwe. Wekî alîgirê hemû beşan hevalbendan xwe neda nîşan. Muxatabiya xwe bi hêz nekir."   ‘HER DEM ALÎGIRÊ AŞTIYEK BI RÛMET BÛ’   Li ser pirsa "Bi rastî jî AKP di îdiaya muxatabiyê de bû, an di pêvajoyeke bendewarî hiştinê de bû?", Ata aşkera kir ku dema ew li tiştên qewimî mêze dikin, pêvajoyeke xapandinê derketiye pêş û ev tişt got: "Dema em vedigerin li pêvajoyê mêze dikin, wekî pêvajoyeke eglekirinê ye. Ji ber ku di hevdîtina yekemîn de birêz Ocalan aşkera kir û di roja destpêkê de alîgirê aştiyek bi rûmet bû. Birêz Ocalan da zanîn ku pêvajoyeke nû dest pê bike, dê wekî berdewam yên borî nebe, heke pêvajoyek nû dest pê bike, divê mekanîzmayên avakirinê hebin. Wekî mirovên aqilmend. Li Tirkiyeyê hat avakirin. Ruxmê hemû rexneyên me, yek jî pêşketinên herî girîng bû ku pêvajoya çareseriyê derxist holê. Li gel vê divê çavekî sêyemîn hebûya. Dîsa di makeqanûna nû de hin guhertin pêk bihatana û hwd. dikaribûn pêk bihatana."   ‘JI SALA 1999’AN VIR VE TECRÎD DI DEWRÊ DE YE’   Ata aşkera kir ku ji sala 1999'an vir ve tecrîda li ser Ocalan dewam dike, di sala 2013'an de heta astekê tecrîd hatiye sistkirin û li Tirkiyeyê tu girtî wekî Ocalan di şertên wiha de nemaye. Ata, da zanîn ku li Girava Îmraliyê pergaleke tu mînakên wê tune di dewrê de ye û ev tişt got: "Li wir tecrîd û îzolasyoneke ku tu mînakên wê tuneyî heye. Ev pêkanîn ne di hiqûqa Tirkiyeyê û ne jî di hiqûqa gerdûnî de heye. Roja ku Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê, ev tecrîd ket dewrê."   ‘JINAN BI HIŞMENDIYA AZADIYÊ DÎWAR RÛXANDIN’   Ata bi lêv kir ku tecrîda li ser Ocalan, jinên kurd di jiyana xwe dibîni û wiha pê de çû: "Girtina di nava çar diwaran de, îzolasyona di nava wan dîwaran de herî zêde jin dizanin. Jinên ku ew çar dîwar rûxandin û derketin derve tev li jiyana civakî bûn, di vir de bi Birêz Ocalan re hatin gel hev. Ji ber ku pênaseya wan her çar dîwarn kirin, naskirina wê tecrîda ku li wê tê kirin û di nava demê de rûxandina wê hişt ku jinên kurd bi paradîgmaya ku Birêz Ocalan daniye holê re xwe azad bikin. Îro hem hikumet û hem jî hem jî di qadan gerdûnî de hemû cîhan vê dizane. Hişmendiya azadiyê di jinên kurd de şenber bû, veguherî çalakiyê û qezenca wê di asta şoreşê de ye."   ‘HÊZÊN KÛREWÎ DI NAVA PEVÇÛNEKE HEVKARÎ DE NE’   Ata diyar kir ku hem rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê û hyem jî rewşa derveyên sînoran pêvajoyeke asayî nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her kes şerê li Sûriyeyê wekî 3'yemîn Şerê Cîhanê pênase dike. Bi şerê wekaletê yê li Sûriyeyê re, Rûsyayê fuzeyên S-300 li Sûriyeyê bi cih kir û ev veguherî şerê esilan. Di roja îro de ev bi hemû giraniya xwe dewam dike. Demek kêm mabû ku şerê li Sûriyeyê biqede, di heman demê de hegonomyaya Îranê bi hêz bû û aciziya ku di Tirkiyeyê de çê dike, bi mudaxaleya li dijî Efrînê re şeklekî nû girt. Hesabên li ser Sûriyeyê tên kirin û di pêvajoya pêşiya me de kesên li qadê nebin, dê nebin xwedî gotin jî. Dema qartên li Rojhilata Navîn ji nûve vebin, baweriya ku gotina wî nebe, hemû welat kişandin Sûriyeyê. Tirkiye jî bi vî şeklî kişand Sûriyeyê. Kurdisan di navenda van hemûyan de ye. Hişmendiya demokratîk a kurdan daniye holê, li Rojava jiyanî dibe. Kesên ku diçin dibînin û tên, aşkera dikin ku yekane alternatîfa li Rojhilata Navîn ev e. Ev pergala demokratîk a ku kurdan hem netew dewletên ku lê dijîn û hem jî sermayeya kûrewî ji bo xwe wekî gefekê dibîne. Paradîgmaya Birêz Ocalan ji bo hemû cîhanê ifteya çareseriyê ye."   ‘KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BI ÊRÎŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ DEWAM DIKE’   Ata destnîşan kir ku dema Ocalan anîne Tirkiyeyê, serokwezîrê wê demê Bulent Ecavît wate nedaye anîna Ocalan û ev nirxandin kir: "Bêguman em wateyê didinê. Bi teslîmkirina Birêz Ocalan re, gel hanîn hemberî hev û polîtîkayaq rûxandinê bi pêş xistin. Birêz Ocalan bi helwesta xwe ev komplo vala derxist. Ji ber ku komplo vala derket, ev hêzana pirsgirêka kurd çareser nakin û nahêlin bê çareserkirin. Îro êrîşa li dijî Efrînê jî berdewama vê komployê ye. Bi teslînkirina Birêz Ocalan re, xwestin gelan bi hev bidin qirkirin. Qetilkira 3 jinên kurd ên siyasetmedarên jî berdewama vê komployê ye. Komplo hêj dewam dike û êrîşa li dijî Efrînê berdewama vê ye."   MA / Bêrîvan Altan – Lezgîn Akdenîz