Îdiaya li Girtîgeha Osmaniyeyê îşkence li girtiyan dikin 2018-02-14 19:26:57 OSMANIYE - Îdiaya girtiyên li Girtîgeha T2 a Osmaniyeyê dimînin, ji ber ku di nîzama leşkerî de hejmarê nedan, îşkence li wan dikin.   Girtîgeha T2 a Osmaniyeyê di warê binpêkirinên mafan de ji rojevê nakeve. Girtiyan îdia kir ku 15 roj in binpêkirinên mafan di asta herî jor de ne. Kejê Akar îro li girtîgehê bi kurê xwe Yavuz Akar re hevdîtin kir, aşkera kir ku kurê wê û girtiyên li gel wî bi dijwarî îşkence dîtine. Dayik Akar da zanîn ku girtiyên hatine salona hevdîtinê, ji ber îşkenceyê nikaribûn li piya bisekinin.   'DIBE KU EM BI MITÎTÎ JI VIR DERKEVIN'   Dayik Aşar, kurê wê gotiye ku "Em di 6 koxûşan de 14 hevrê dimînin. 15 roj e di van 6 koxûşan de îşkence heye. Serê sibehê û êvarê di dema hejmarê de em 15 roj in tên derbkrin. Dixwazin di nîzama leşkerî de em hejmarê bidin. Dema em vê yekê qebûl nakin li me dixin. Me dernaxin hewaya vekirî. Werzîşê nikarin bikin. Ser cihê bêhn standinê girtî ye, em nikarin bêhnê bigirin. Em nabin revîr û nexweşxaneyê. Her dem îşkenceyê li me dikin. Dixwazin me bikujin. Em bang li raya giştî dikin ku serwext bin. Dayê mafê xwe helal bike. Dê miriyê me ji vir dekeve."