Dadgehê dîsa daxwaza girtina bersûcên doza mirina Kaceroglû red kir 2018-02-14 17:30:02 ÎZMÎR– Di danişîna 12'emîn a doza mirina Ekrem Kaceroglû yê di dema çalakiyên Kobaniyê de pêşî bi çekê hat birîndarkirin û paşê bi lîncê hat kuştin de, daxwaza parêzeran a ji bo girtina bersûcan hat redkirin.  Danişîna 12'emîn a doza Ekrem Kaceroglû yê di dema bûyerên 6-8'ê Cotmehê yên Kobaniyê de li Îzmîrê pêşî bi çekê hat birîndarkirin û paşê bi lînckirinê hat kuştin pêk hat. Danişîna doza ku 4 kes tê de tên darizandin de li Dadgeha Cezayê Giran a 8'emîn a Îzmîrê pêk hat. Bersûc Reşît Aktaş, Mûrat Keskîn, Tolga Tûrgût û Kûbîlay Aktaş ên bi awayekî negirtî tên darizandin tev li danişînê nebûn, parêzerên wan tev lê bûn. Malbata Kaceroglû danişîn şopand û di danişînê de ewil ewraqên hatin peydekirin hatin xwendin.    Di danişînê de parêzera malbata Kaceroglû Nezahat Paşa got heyeta dadgehê darizandineke bêalî nake û raporên pêzaniyê yên hatine amadekirin li gor delîlên ku di dosyeyê de ne têr nakin, lê belê tevî van delîlan jî kifş dibe ku tiliya bersûcan di mirina Kaçeroglû de heye. Paşa xwest bersûc bi awayekî girtî bên darizandin. Her wiha Paşa bi lêv kir ku ji ber helwesta xwe ya danişînên berê li hemberî parêzerên mexdûr, heyeta dadgehê ji bêalîbûna xwe tawiz daye û doza rediyeya heyeta dadgehê kir.   DAXWAZ HATIN REDKIRIN    Heyeta dadgehê, di biryara xwe ya navberê de, diyar kir ku dema li biryarên hatine dayîn û liv û tevgera dadgehê tê nihêrîn, diyar dibe ku serokê dadgehê û endamên din di warê bêalîbûyînê de tiştek nekirine û ne mumkun e ku bi awayekî giştî heyet bê redkirin û parêzerên mexdûr ji bo dema dozê dirêj bikin tiştekî wisa dikin. Heyeta ku daxwaza girtinê jî red kir, daxwazên parêzaran ên din jî red kir.    Malbat û parêzerên malbata Kaceroglû ji bo nêrîna der barê esasiya dozê de, doza demê kirin. Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzeran a ji bo demê qebûl kir û danişîn taloqî 18'ê Nîsanê kir.