Dê rêveberên HDK’ê û pêkhateyên wê înê derbixin edliyê 2018-02-14 14:00:20 ENQERE – Endam û rêveberên di operasyona li dijî HDK’ê û pêkhateyên wê de hatin binçavkirin dê înê derbixin dozgeriyê. Hat gotin ku dê rojên binçavkirina Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Serpîl Kemalbay jî bê dirêjikirin.  Li bendê ye ku rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û pêkhateyên wê yên hatin binçavkirin înê derbixin Edliya Enqereyê. Hevberdevkê HDK’ê Prof. Dr. Hamzaoglu, Hevberdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu, Hevserokên Partiya Çepgir a Kesk Nacî Sonmez û Eylem Tuncaelî, Wekîla Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Fadîme Çelebî, Hevserokê Giştî yê Partiya Rizgariya Ji Nû Ve Sosyalîst (SYKP) Ahmet Kaya û Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Hacer Ozdemîr ji 9’ê sibatê ve di binçavan de ne.    DÊ ROJÊN BINÇAVKIRNA KEMALBAY DIRÊJ BIKIN    Nehat zanîn ku dê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Serpîl Kemalbay a ku duh ji bo îfade bide çû Edliya Enqereyê û hat binçavkirin kengê derbixin dozgeriyê. Hat zanîn ku dozgeriyê gotiye ku dê dema binçavkirina Kemalbay bê dirêjkirin.