Dadger biryar da ku leşkerê Hazar a 85 salî kuşt bigrin 2018-02-14 13:21:58 AMED - Danişina doza kuştina Pakize Hazar a 85 sali li Dadgeha Lîce pêk hat. Heyeta dadgehê der barê leşkerê kujer ê tev li danişînê nebû de biryara girtinê da. Danişîna doza leşkerê ku li Lîcê Pakîze Hazar a 85 salî bi panzêrê kuşt li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Liceyê pêk hat. Bersûc S.K. tev li danişînê nebû. Kurê Hazarê Veysî Hazar û parêzerê wan tev li danişînê bûn. Di doza ku heta 6 salan cezakirina ajokarê wesayîta zirxî hat xwestin de, ji ber tev li danişînê nebû der barê ajokar Çawîşê Pispor S.K. de biryara gintinê da. Li navçeya Licêya Amedê, di 14'ê Hezîrana 2017'an de li Kolana Mumîn Aga ya ji trafîkê re girtibû, dema Pakîze Hazar a 85 salî ji bo meaşê xwe yê extiyariyê bistîne diçû postexaneyê, wesayîta zirxî ya leşkeran ew eciqand û kuşt. Ji ber vê der barê ajokarê wesayîta zirxî Çawîşê Pispor S.K. de bi tawanbariya "mirineke qisûrdar" doz hat vekirin û ji 2 salan heta 6 salan cezakirina wî hat xwestin.    Danişîn bi xwendina biryara qebûlkirina îdianameyê dest pê kir û îfadeya kurê Hazarê Veysî Hazar hat girtin.   'BERSÛC ZÊDE QISÛRDAR E'    Hazar bi lêv kir ku wî di bûyerê de heyîna xwe ya herî qîmetdar dayika xwe winda kiriye û got: "Bersûc qisûrdar e, çimkî qeza li ser riyeke ji trafîkê re girtî pêk hatiye. Bavê min 86 salî ye. Dema diya min sax bû li bavê min dinihêrî. Ji ber vê bûyerê derûniya bavê min jî xerab bû û em malbat mexdûr bûn. Giliya min a ji bo bersûc dewam dike. Dixwazim tev li dozê bibim. Dixwazim bersûc bê cezakirin."    Paşê jî parêzerê malbata Hazarê Serdar Yel axivî. Yel destnîşan kir ku bersûc Çawîşê Pispor S.K. ji sedî sed qisûrdar e û rapora Saziya Tiba Edlî jî nîşan dide. Parêzer Yel domand: "Di vê bûyerê de bersûc bi awayekî zêde qisûrdar e û îhmalkariyeke zêde heye. Çimkî bûyer li ser riyeke ji trafîkê re girtî pêk hatiye. Her wiha di hundurê wesayîta zirxî ya bû sedema qezayê de kamera hene. Dema bersûc wesayît bi kar aniye, li dîmenên li derdora xwe nenêriye. Ji ber vê qisûrdariya bersûc Pakîze Hazar wefat kiriye. Giliya me didome. Em dixwazin şahid bên guhdarkirin û der barê bersûc de biryara girtinê bê dayîn."    Piştî îfade û parêziyan dadger biryara xwe ya navberê daxuyand û biryara da ku der barê bersûc Çawîşê Pispor S.K. tev li danişînê nebûye biryara "fermana zevtkirinê" da û her wiha der barê şahidên ku dadgehê vexwendname ji wan re şand û nehatin de jî biryara anîna bi zorê da.    Ji bo kêmasî bên temamkirin, doz hat taloq kirin.