Ocalan: 3’yemîn Şerê Cîhanê bi komploya li dijî min re dest pê kir 2018-02-14 12:50:37 STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parastinên xwe de diyar kiribû ku bi komploya navdewletî ya li dijî wî xwestin kurdan tune bikin û wiha gotibû: "Çawa Yekemîn Şerê Cîhanê bi kuştina Welîahdê Avusturya yê ji aliyê nijadperestekî Sirpê ve dest pê kir, Sêyemîn Şerê Cîhanê jî bi operasyona li dijî min dest pê kiriye."  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriye hat derxistin. Di 15'ê Sibata 1999'an de bi hevkariya hêzên navdewletî Ocalan radestî Tirkiye hat kirin. Di ser 15'ê Sibata 1999'an re 18 sal derbas bûn. Komploya navdewletî ku gelek pirs di mejiyan de hişt, piştî Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya wê Bilind a Îmraliyê hat girtin di parastina "Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê" de gelek pirsên di aqilan de bersivand. Ocalan, bi her alî sedem û encamên komploya li dijî xwe aşkere kir û wiha gotibu:  "Derketina min a ji Sûriye girêdayî operasyona NATO-Gladio ye. Heta ku em veqetandina artêşa Tirk û Gladio li ber çavan negirin em nikarin vê operasyonê rast fam bikin. Şerê hegomonîk ê Hêzên Kapitalist xwe xistiye krasê Tirkên Sipî û dimeşîne. Ji serdema M. Kemal heta niha beşek ji vê yekê bêzar hebûn. Ev beş kesên welatparêz û Anadolîperwer bûn. Ji darbeya 27'ê Gulana 1960'an heta 2000'an amadekariyên darbeyan kesên alîgirê aştiyê bûn. Rewşa wan ji darbekar û komplogeran cuda bû. Di navbera darbekar û komplogeran de bi esasî NATO-Gladio hebû. Di nava civakê de jî rehê herdu yaliyan belav bûbûn. Xwe di nava civakê de jî bi rêxistin kiribûn. Her dem di nava xwe de têklî û nakokî hebûn. Beriya ku ez ji Sûriye derkevim dîsa di navbera van koman de nakokî û aloziyan rû dabûn."    ‘DU RÊ LI PÊŞ MIN BÛN'    Ocalan di parastina xwe de diyar kir ku ji derketina Sûriye de 2 rê li pêş wî hebûn û wiha gotibû: “Yek jê rêya çiyê bû. Ya din jî reya Ewropa bû. Rêya çiyê dê bi xwe re gûrkirina şer, rêya Ewropa jî dê bi xwe re lêgerîna çareseriya diplomatik-politik pêş xistibûya. Amadekariyên rêya çiyê demek dirêj hatibû despêkirin. Îmtîmala mezin bi aliyê derketina çiyê de bû. Di wê davberê de heyetek yûnanî hat cem min. Nûnera me ya Atina  Ayfer Kaya wê demê bi riya telefonê bi rayedarên Yûnanî re hevdîtin kir. Bi rayedarên asta jor re hevdîtin kir. Ev yek bû sedem ku ez li şûna çiyê berê xwe bidim Atinayê. Rayedarên Sûriye dixwestin ez bi lez ji Sûriye derkevim. Lê ji ber derketina min a Ewropa ne pir aram bûn. Derketina min a Atina di hesap de tune bû. Ev ji bo min firsend bû. Diviya bû min ji dostên xwe yên wir bawer bikira û ev firsend ji dest bernedaya. Ger ku min zanîbûya ev tablo dê bê pêşberî min min qet ev rê hilnedibijart. Radestkirina min a Tirkiye li ser lihevkirina Tirkiye û DYA pêk hat. Bi taybetî di çareseriya Ege û Kibrisê de ev îhîtamalek mezin e. Tirkiye di vî milî de tawîzên bê sînor daye."    'PROJEYA AQÎMA ŞÎN ÎMZE KIRIN'   Ocalan çûyîna ji Atina ya ber bi Moskovayê ve jî wiha anî ziman: “Ez bi alîkariya Seroke Partiya Demokrat a Liberal Jirinowskî ez çûm Moskova û derbasî Rûsya ya di nava kaosa aborî de bûm. Li vir Şefê îstîxbarata navxweyî yê Rûs derket hemberî min. Qaşo ez 30 rojan li wir veşarî mam. Yên li cem min û bi min eleqeder debûn siyasetmedarên koka wan cûhî bûn. Min wê bawer nedikir ku durust in. Bi rastî dixwestin min veşêrin. Lê min rêbaza wan rast nedît. Wê demê Serokê Îsrailê A. Şaron, û Wezîrê Karên Derve yê DYA M. Allbright hatibûn Rûsyayê. Pirimakov serokê Rûsya bû. Hemû eslê xwe cûhî bûn. wê demê Mesut Yilmaz Serokwezîr bû. Di encamê de li ser Projeya Aqîma Şîn û 10 milyar Dolar qrediya IMF'ê li hev kirin û rê li pêş derketina min vekirin."     ‘SÊYEMÎN ŞERÊ CÎHANÊ BI OPERASYONA LI DIJÎ MIN DEST PÊ KIR'    Ocalan, anî ziman ku senaryoyên dagirkeriya Iraqê û radestkirina wî ya Tirkiye raste rast bi hevve girêdayî ye û wiha got: “Dagirkeriya Iraqê bi operasyona li dijî min dest pê kir. Heman tişt ji bo dagirkeriya Efganîstanê jî derbas dibe. Ya rastîn ji bo Projeya Mezin a Rojhilata Navîn têxe meriyetê gava yekemîn bi operasyona li dijî min dest pê kir. Ecevît jî gotibû ‘Min qet fam nekir çima Ocalan teslîmî me kirin' Ev gotin ne vala ye. Çawa Yekemîn Şerê Cîhanê bi kuştina Welîahdê Avusturya yê ji aliyê nijadperestekî Sirpê ve dest pê kir, Sêyemîn Şerê Cîhanê jî bi operasyona li dijî min dest pê kiriye. Ji bo piştî operasyonê bê famkirin divê beriya operasyonê bê famkirin. Divê beriya operasonê her tişt baş bê lekolînkirin. Serokê DYA Clinton piştî ez ji Sûriye hatim derxistin, bi Serokê Sûriye Hafiz Esad re li Şamê û Li Swêdê bi giştî 4 saetan hevdîtin kir. Hafiz Esad di wan hevdîtnan de rol û rista min ferq kir.  Xwest vê yekê li demê belav bike. Ji bo derketina min a ji Sûriye daxwaz nekir. Dixwest min li hemberî Tirkiye wekî amûra hevsengiyê binirxine. Lê min zor li Sûriye kir ku helwestek stratejik bistîne. Lê rewş û hêsa min destûr nedida vê yekê. Di wê rewşê de min jî baweriya xwe bi Îranê nedianî. Ji ber Simko û cînayetên Qasimlo û komployên wekî wê disa wekî ketina Kralê Med Astiyag ji aliyê Harpagos ve hatiye xistin ez dixistim nava fikaran. Kurdistan û Kurd êdî ji kontrolê derdiketin. Îsraîl ji vê yekê pir bêzar bû. Qelul nedikirin ku kurd ji kontola wan derkevin. Dixwestin her dem Kurdistan û kurdan di kontrola xwe de bigirin. Dixwestin ez teqez ji Sûriye derkevim û dest ji nasnameya kurdên azad berdim."    ‘YA MIN BÊ BANDOR KIR NE HIKÛMETA TIRK E'   Ocalan, anî ziman ku beşa herî muhîm ya komploya "Gladioya Mezin" li Îmraliyê derbas dibe û wiha berdewam kir: "Şefê ez anîm Îmraliyê General Engin Alan erka wî jî têr dike ku ev rastî bê ronîkirin. Engin Alan Fermandarê Hêzên Taybet ê wê demê bû.  Wê demê şefê fermî yê Gladio ya Tirk bû. Nêzîkatiya rayedarê Konseya NY'ê ya ku ez li Gravê pêşwazî kirim, têkiliya NY'ê ya bi komploşê re jî aşkere dikir. Bi vî rengî peymana di navbera Rêvberiya Tirkiye, DYA û NY'ê de derketibû holê. Ji destpêka operasyonê heta dawî berpirsiyariya DYA û NY'ê hebû. Di 3 nîşanên Gladioya NATO de bêtir her tiştî ronî dike. Berê jî rastî derket holê ku asta hêza ewlehiya hikûmeta Tirk a bandorê li ser min çêke tune ye. Pêvajo ji rewşa heyî pir cudatir dihat xuyakirin. Wekî ku zext û tundî li ser hikûmetî dikin û dixwazin encamekê bi dest bixin nîşan didin. Lê Serokwezîr Bulent Ecevit gotibû ez nizanim çima radestî min kirin û rastiya vê lîstikê danî holê. Nişan da ku vina Tirkiye di vir de tune ye.    ‘MIN XWEST HETA DAWÎ VÊ FIRSENDÊ PÊK BÎNIM'   Ocalan, anî ziman ku ne tenê li dijî gelê kurd li dijî gelê tirk jî ev komplo pêk hatiye û wiha got: “Şeklê radestkirina min ne çareserî bû. Nîyet ew bû ku bûyerên terorê heta 100 salên din jî dirêj bike bû. Komplogeran xwestin vê firsendê heta dawî pêş bixin. Li şûna pirsgirêkê çareser bikin, dixwestin kûr bikin. Dixwestin wekî nakokiyek di navbera Îsrail-Filistinê de ava bikin. Çawa pirsgirêka di navbera Îsrail-Filistinê de 100 salin li Rojhilata Navin didome xwestin di navbera kurd û tirkan de jî wisa berdewam bikin."     ‘KOMPLO LI DIJÎ TIRKAN HATIYE KIRIN'   Ocalan di berdewama parastina xwe de diyar kiribû ku komplo li dijî tirkan hatiye kirin û wiha berdewam kiribû: "Ji ber vê yekê komplo li dijî kurdan wêdetir li dijî tirkan hatiye kirin. “Heta sala 2005’an ku dîtin nasnameya kurdan û tevgera azadiya kurdan ji berê zindîtir e vê nêzîkatiya wan a li hemberî min berdewam kir.  Min komployên serdema Meşrutiyet û Komarê ji nêzîk ve dît. Grêdana Tirkiye bîrdozî û politîk bû. Min bêtir dît ku nîjadperestî û netewperweriya dihat avakirin, bi destê biyaniyan pêk dihat. Hêzên Hegemonik, dizanîbûn ku asta jor a rêveberên Tirk çiqas dixwazin bibin îktîdar û ev daxwaza wan a îktîdarê wekî maşikê girt dest. Serdestiya bê sînor a li ser kurdan jî ji heman zaafa îktîdara tirkan pêk tê. Hemû serwerî girêdayî derve bû. Ne girêdayî bîrdoziya cewherî bû."   ‘PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ JI BO XERAKIRINA LÎSTİKÊ... '    Ocalan, anîbû ziman ku wî pêvajoya Îmraliyê wekî platformek îdeal girt dest û wiha gotibû: “Ji bo ez vê lîstikê xeraı bikim, min li vir min bingeha xwe ya teorik xurt kir. Min hemû bingeh,  amûrên şert û rêyên aştî û felseyefa siyasî girt dest û pêş xist. Ez bêtir li ser çareseriya siyasî ya Demokratîk hûr bûm. Bi xebatên zor û bi sebr min hewl da komploye pûç bikim. Ji bo vê yekê ji bilî ku ez ji xwe bawer bim tu rêyên din tune bû. Yên di pêvajoya komplo de cih girtin niyeta wan cuda bû. Dixwestin di şexsê min de PKK’ê û Tevgera  Azadiyê tune bikin. Pêkanînên li girtîgehê, Nêzîkatiya DMME û NY'ê girêdayî vê armancê bûn. Hedefa wan tevgera azadiya kurd bû. Bi taybetî armanca DYA, NY li ser vê bingehê bû. Ev yek bi destê elîta tirk pêk anîn.  Xwestin tişta berê li ser şoreşgeran pêk anîne li ser PKK, şoreşger û tevgera azadî, wekheviyê pêk bînin. Plana wan a li ser Îmraliyê ev bû. Bi plan û Stratejiyekê ev pêş dixistin. Ya rê li pêş parastina min vekir û ez araste kirim, rêya çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet a bi rêgez a rastiya civakê û gelan bû.