Mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’: Em ê nîşan bidin ku em li ser piya ne 2021-10-17 14:00:33 AGIRÎ - Rêveberên HDP'ê ji bo tevlîbûna mîtînga "Banga Demokrasiyê" ya li Agiriyê dê sibê were lidarxistin banga tevlîbûnê kirin û gotin: "Em ê nîşan bidin ku HDP bi gelê xwe re li pêşiya êrişan disekine."   Amadekariyên mîtînga "Banga Demokrasiyê" ya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê sibê li Agiriyê li dar bixe, bi dawî bûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan wê tevlî mîtînga li Qada Newrozê bê lidarxistin bibin. Ji bo mîtîngê ku hunermend Azad Bedran û Koma Aryen wê derkevin ser dikê, ji bo beşdariya mîtîngê li bajarên derdorê, bi taybetî li Agirî û navçeyên wê gelek çalakî hatin lidarxistin. Bi beşdariya wekîlan, broşur li bajêr hatin belavkirin û mal bi mal geriyan ji bo beşdariyê mîtîngê bang kirin.    DAXWAZA AŞTIYÊ   Hevserokê HDP'a Agiriyê Cemal Akar diyar kir ku bi rojan e li bajêr amadekariyên mîtîngê dikin û ji bo wan şanazî ye ku piştî "Banga Demokrasî, Edalet û Aştiyê" ya HDP'ê mitînga yekem li Agiriyê li dar dixin. Akar da xuyakirin ku wan dîtiye ku di civînên gel de hêrsek li dijî AKP'ê heye û ew ê bi mîtînga ku li dar bixin rê li ber demokrasiyê vekin. Akar got: “Gelê me hembêzkirina HDP’ê didomîne. Em ê bi mîtînga demokrasiyê daxwaza xwe ya aştiyê ji Agiriyê ji hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re ragihînin.”   DENGÊ JINAN DÊ BILIND BIBE    Hevseroka HDP'ê ya Agiriyê Semra Ozden jî bang li jinan kir ku beşdarî mîtînga li dijî komkujiyên ku qirkirina zayendî dike, bibin. Ozden diyar kir ku ew ê wek jinan ji bo jiyaneke azad û wekhev dengê aştiyê bilind bikin.   STRATEJIYA RÊYA SÊYEMÎN    Parlamenterê HDP'ê yê İzmîrê Mûrat Çepnî jî diyar kir ku bi vê mîtîngê re HDP wê nîşan bide ku li pêşberî êrişan bi gelê xwe re li ber xwe bidin û got: “Em ê danezanê di vê mîtîngê de ji raya giştî re bînin cem hev. Me deklerasyon bi nîqaşkirina bi gelên xwe yên li herêman re amade kir û naha em ê vê danezanê ji gelê xwe re vebigirin da ku ew girîng be. HDP stratejiya Rêya Sêyemîn eşkere dike. Bi gelê xwe re em ê paradîgmaya jiyana xwe ya nû zindî bikin."   'EM DIKARIN REJÎMÊ HILWEŞÎNIN’    Parlamenterê HDP’ê yê Şıirnexê Hasan Ozguneş jî diyar kir ku ew li bendê ne ku hemû gelên li herêma Serhadê dijîn ji 7 heta 70 salî beşdarî mîtîngê bibin û got: “Êriş li dijî jinan, maf û baweriyan tên kirin. Ev mîtîng li pêşberî hemû pirsgirêkên îro diqewimin gelekî girîng e. Tenê em dikarin tekoşîna rejîma yek zilamî hilweşînin. Ji ber vê sedemê, em hemû gelê xwe vedixwînin mîtînga ku dê sibê bê lidarxistin”