Polîsan li Dayikên Aştiyê ‘biçin ber HDP’ê alê vekin’ ferz kirin 2021-10-17 13:45:21   AMED - Polîsên ku Dayikên Aştiyê di mîtînga jinan de binçav kirin, li wan "Em ala Tirkiyê bidin we, biçin li pêş HDP'ê rûnin" ferz kirin.   Di mîtînga duh a ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li Qada Îstanyonê ya Amedê hat lidarxistin de, polîsan du Dayikên Aşatiyê bi hinceta kinc û flamayên kesk, sor û zer binçav kirin. Polîsên ku Dayika Aştiyê Hatîce Beytûr a 50 salî û Xezal Surer binçav kirin, birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê. Dayik bi saetan dibin çavan de man.     ‘EM ALA TIRKIYÊ BIDIN WE’   Polîsan dibin çavan de, li her du dayikan “Hûn çima van alan hildigirin? Em ê alên Tirkiyeyê bidin we, biçin li pêş Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rûnin. Bi vî awayî bidin dayikên Amedê” ferz kirin. Dayikên ku ev ferzkirina polîsan qebûl nekirin, di heman demê de bertek nîşanî wan dan.      Heya mîtîng qediya jî, jin ji bo berdana her du dayikan di ketina bendên kontrolê de rawestiyan. Piştî ku piştî belgeya radestkirinê hat îmzekirin, her du dayik hatin berdan.