Malbata Şenyaşar: Dê sûcdar rojekê hesab bidin 2021-10-17 12:41:12   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 223’yenîn a Nobeta Edaletê de got: "Tevî ku kiryar di bin banê wekîlan de ne jî, ew ê rojekê hesabê bidin dadgeriyê."   Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê di 9’ê Adarê de da destpêkirin di roja 223’yemîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye, malbatê nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê peyamê da: "Êrişa li ser kargeha me û komkujiya li nexweşxaneyê rastî ye. Tevî ku kiryar di bin sîwana wekîlan de bin jî, ew ê rojekê hesab bidin dadgeriyê.”   PEYAMA JI BABACAN   Li aliyê din, Serokê DEVA Partiyê Alî Babacan, ku duh bi malbatê re hevdîtin kir, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Min bi malbata Şenyaşar re hevdîtin kir, ku ev sê sal in li Rihayê ji bo edaletê têdikoşin. Min guh da qêrîna Emîne Şenyaşar a ku dibêje, ‘Li vê axê edalet tune, em ê ji van deran biçin’. Em ê têkoşîna ji bo wekhevî û edaletê bidomînin û em ê pêvajoya hiqûqî ya malbata Şenyaşar bişopînin.”