Demîrtaş piştî 460 rojan parastin kir 2018-02-14 12:49:38 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê ji doza sereke ku tê darizandin, piştî 460 rojan anîn salona danişînê û parastin kir.  Danişîna duyemîn a doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li eywana danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Hevserokên HDP’ê yên Gitşî Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dozê dişopînin û destûra 20 ji bo şopandina dozê hat dayîn.    Heyetên ji derveyî welat ku ji bo dozê bişopînin hatin hilnedan salonê. Di nav de nûnerên balyozxaneyên Elmanya, Norveç, Danîmarka, Kanada, Swêd, Kraliyeta Yekgirtî, Hollanda, Fransa û Îrlanda cih digirtin. Her wiha li gel van nûneran gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî bernedan salona danişîne.    'TIŞTEK BI XOF E’    Remzeya têkoşîna azadiya Filîstînê Leyla Xalîd jî bernedan salona danişînê. Leyla Xalid li ser vê yekê daxuyaniyek kurt da û got: “Ji bo em doza Selahattîn Demîrtaş bişopînin hatin vir. Lê bes polîsan destûr neda em biçin hundir. Tiştek bi xof e. Çunkî di demorkasiyê de tiştek wiha tune ye. Ev rewş dide nîşandan ku daraz serbixwe nîne.”    Demîrtaş cara ewil anîn doza sereke ku jê tê darizandin. Beriya niha ji ber ku Demîrtaş kelepçe qebûl nekiribû wî ne anîbûn dozê. Danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Demîrtaş piştî 460 roj anîn danişîna doza sereke û dest bi parastina xwe kir.    MANŞETÊN ROJNAMEYAN NÎŞAN DA    Demîrtaş têkildarî îtîrazên qebûlkirina îdianameyê ya der barê wî de rêz kir û manşetên rojnameyên beriya destnedayînê bê rakirin yek bi yek pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Demîrtaş got: “Di ewqas weşanan de Demîrtaş ji asîmane binivîsandina, dê herkesî bawer bikira ku ez ji asîmananim. Beriya rakirina destnedayînê ewil bi manşetên rojnameyan operasyona têgihiştinê xwestin ava bikin.”    'WE JI REZALETA HIQÛQÊ RE DENG DERNEXIST’    Demîrtaş behsa xala 83/2. a Destûra Bingehîn kir û wiha got: “Heta biryara meclîsê tune be dibêje nayê girtin. Li gel vê yekê diyar dike ku 15 meh e girtî ye. Ev 15 meh in dadgehê kongrol nekiriye. Divê hûn vîna gel biparêz in û ne ya Selahattîn Demîrtaş. Parlamento ditirse divê daraz wêrek be. Kontrolkirin wiha pêk tê. Her roj qanûnan derdixin. Destûra bingehîn diguherînin. Em wek vîna gel jî di hucreyan de li van pêkanînan temaşe dikin. Me neçar dikin ku em hucreyan de temaşe bikin. Em jî temaşe dikin. Daraz jî temaşe dike. Berdevkê Partiyê yê AKP’ê, ji bo girtina me beriya darazê biryara girtina me dide. Dibe ku em bifikirin dîrok dubare dibe lê ne wisa ye. Hêzên demokrasiyê her roja ku diçin mezin dibin. Di nav salek û nîvan de ji 3 hezarî zêdetir HDP’yî hatin girtin. HDP bi yek carî biryara sûckirinê girt gelo? Darazê bi yek carî di der barê HDP’ê de biryarê girt gelo? Ji bo Destûra Bingehîn biguherînin, divê ku HDP’ê krîmînalîze bikin. Ji ber vê yekê bi awayekî li dijî hiqûqê me girtin. Ji 31 fezlekan ji bilî yek fezleke teblîxê min nekirine.  30 fezleke bi biryarên nepen ji me veşartin. Lê parastina 31 fezlekan ji me dixwazin. Ji lêpirsînê û ir ve dosyeya bi awayekî saîkên siyasî anîn pêşiya me. Lê ji bo hûn veqetîna rêbaz sererast bikin, heyeta we ji miduriyetên polîsan re nivîs dinivîsîne û we delîlên din bi dest xist. Heta niha ji bo ku ez ê bi adilane bêm darizandin wek serê derziyê bi min re bawerî çênebûye. Der barê delîlên min yek tiştek nehat kirin. Heyeta we heta îro li dijî rezaleta hiqûqê deng dernexist. Em li hundir bin jî û li derve bin jî,  em dê ji bo demokratîkbûna welat bixebitin…”