Encamên hilbijartina Iraqê aşkere bûn 2021-10-17 12:16:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê, encamên fermîyên hilbijartina parlamentoyê aşkere kir.    Li Iraqê, di 10’ê Cotmehê de, hilbijartina giştî ya parlamentoyê çêbû. Endamên fermî yên hilbijartinê hatin aşkerekirin. Li gorî encaman, rêjeya beşdariya dengdêran ji sedî 41 ma. Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê, li gorî encamên aşkere kir, Tevgera Sadir bi 73 parlamenteran bû partiya yekemîn û partiya duyemîn jî, bi 37 parlamenteran bû Koalîsyona Dewleta Qanûnî ya Nûrî Malîkî.    Li gorî encamên hilbijartinê, belavkirina kûrsiyên di Parlamentoya Iraqê de, wiha ye: “   Tevgera Sadir 73, Koalîsyona Dewleta Qanûnî 37, PDK 32, Koalîsyona Fetîh 17, YNK-Goran (Tifaqa Kurdistanê) 16, Ezîm 14, Îmtîdad 9, Tevgera Nifşê Nû 9 kûrsî qezenc kirin. 40 kûrsiyên din ên parlamentoyê, ji namzetên serbixwe, kota û komên cuda pêk tê. 13:00)