Girtiyê nexweş Yalçin bi hinceta pandemiyê nayê derma kirin 2021-10-17 11:56:25 AMED - Adnan Yaçin ê 26 salin girtiye û gelek nexweşiyên wî hene, bi hinceta pandemiyê nayê derma kirin. Malbata Yalçin, diyar kir ku li dijî girtiyên siyasî yên nexweş, polîtîkayên tolhildanê bi rêve dibin.    Li gorî danayên herî dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li tevahiya girtîgehên Tirkiyê, hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Ji ber binpêkirinên mafên girtiyan, her roj ev hejmar zêdetir dibe. Ji roja ku şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) dest pê kir û heya roja îro, bi hincetên cur bi cûr tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin. Ev jî dibe sedem ku rewşa girtiyên nexweş girantir bibe. Ligel ku hin girtiyên nexweşiyên wan giran rapora “nikarin di girtîgehê de bimînin” jî girtine, nayin berdan.      Yek ji girtiyên nexweş ku her roj rewşa wî giran dibe, Adnan Yalçin ê 60 salî yê 26 salin girtiye. Yalçin li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê dimîne.    CEZAYÊ MUEBETÊ   Yalçin li navçeya Lîcê ya Amedê hatiye dinê. Di sala 1996’an de, ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewlet (DGM) ve bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “yekgirtina dewletê xirab kirin” cezayê muebata girtan lêhatiye birîn. Yalçin berî girtîgeha Dîlokê, bi dorê li Girtîgehên weke Kurkçuler, Konya, Mereş, Xerpet, Çewlik û Amedê maye. Yalçin piştî hewldana darbeya eskerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an de, sîrgûnê Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê hat kirin û 6 salin li vê girtîgehê dimîne.   NEXWEŞIYÊN WÎ YÊN  DIL, PENCEŞÊR Û HEPATÎT B    Kurê Yalçin Welat Yalçin (30), derbarê rewşa bavê xwe de axivî û diyar kir ku gelek nexweşiyên bavê wî hene. Yalçin, da zanîn ku ev hemû nexweşiyên bavê wî di girtîgehê de, pê re çêbûne û wiha axivî: “Bavê min di Girtîgeha Amedê de, bi nexweşiya penceşêra roviyan (kolon) ket. Ji ber vê nexweşiya xwe hat emeliyatkirin. Di emeliyatê de, dilê wî rawestiya. Bijîşkan piştî hewldanek mezin dilê wî xebitandin. Çend sal şûnde, bi nexweşiyên Hepatît B, fitiqa pişte û dil ket. Bi taybetî piştî ku pandemiyê dest pê kir, tedawiya avê min bi hincetên cuda hat astengkirin. Ligel ku rapora bavê min a ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ heye jî bernadin. Li dijî girtiyên siyasî pêkanînên taybet bi rêve dibin.”    ‘DIVÊ EM DAXWAZÊN WAN BIDIN BIHÎSTIN’   Yalçin, da zanîn ku li dijî girtiyên siyasî yên nexweş, polîtîkayên tolhildanê bi rêve dibin û ev banga kir: “Mafê hemû zindiyan ê jiyanê heye. Mafê girtiyan ên divê bên dermankirin jî heye. Girtiyên nexweş ên bi salane girtîne, demên xwe yên dawî dijîn. Ji bo ku vê dema xwe bi malbatên xwe re derbas bikin, divê bên berdan û li derve bên dermakirin. Ez bang li hemû rêxistinên civak sivîl, demokrat û gelê me dikim ku, girtiyên nexweş bi tenê nehêlin. Lazim em zêdetir bi hestiyar tevbigerin û daxwazên wan bidin bihîstin.”    Yalçin, dest nîşan kir ku bi pandemiyê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdetir bûn û wiha bi dawî kir: “Herî dawî min di meha Sibata 2020’an de hevdîtina vekirî bi bavê xwe re kir. Ji bo hevdîtinên girtî jî, tenê destûrê didin 2 kesan. Em tenê hevdîtina heftaneya telefonê dikin. Êdî rewş wisan bûye, zindan jî li girtiyan kirine zindan.”    MA / Mehmet Guleş