Xizmê firar ê serokê AKP'î alîkarî ji polîsan wergirtiye 2021-10-17 09:13:11   MÊRDÎN - Di 2017'an de li Qoserê di êrişeke çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 5 kes jî birîndar bûbûn. Kesên ev êriş kiribûn xizmên serokê AKP'a Mêrdînê Farûk Kiliç bûn. Xizmên Kiliç ji bo neyên girtin xwe dabûn alî û hê jî firar in. Lê di tapeyên bi îbareya "veşarî" de derket holê ku xizmekî firar ê Kiliç hevdîtin bi polîsekî re kiriye û bi destê polîsan wesayîta xwe ya li cihê bûyerê wergirtiye.    Di 12'ê Kanûna 2017'an de li gundê Tiltiêmikê yê Qoser a Mêrdînê, ji bo eraziyan ferdekî malbata Kiliçê wesayîta malbata din guleberan kiribû û di gulebaranê de Ncmettîn Kiliç jiyana xwe ji dest dabû û 5 kes jî bi giranî birîndar bûbûn. Di lêpirsîna hat destpêkirin de 6 kes hatibûn binçavkirin û 9 kes jî nehatibûn dîtin. Di çarçoveya lêpirsînê de 2 kes hatibûn girtin û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Paşê derbarê 15 kesan de di Hezîrana 2018'an de îdianame hatibû amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Mêrdînê îdianameqebûl kiribû. Di îdianameyê de hat xwestin ku Osman Kiliç apê Serokê AKP'a Mêrdînê Farûk Kiliç û Bekîr û Şukru Kiliç bi sûcê "kuştina bi qesdî" bên cezakirin.    4 SAL IN FIRAR IN   Xizmên Serokê AKP'a Mêrdînê Îhsan, Tahîr, Mûaz, Mehmet, Îsmaîl, Veysî, Îbrahîm, Suleyman û Mûstafa Kiliç 4 sal in hatine zevtkirin. Heya niha 11 danişînên dozê hatine lidarxistin û 2 kesên berê hatibûn girtin jî hatine berdan. Ferdên malbata mexdûr, diyar dikin ku 4 sal in 9 kesên firar tên "parastin û nayên zevtkirin.    Derket holê ku ji bo kiryar birevin, polîsekî tevgera taybet aliyê wan kiriye. Tapeyên hevdîtina bi telefonê ya di navbera kiryar Ahmet Kiliç û polîsê tevgera taybet Erkan K. de derketin holê. Di qeydan de tê diyarkirin ku polîsê tevgera taybet, aliyê Kiliç kiriye ku bi rihetî di noqteyên lêgerînê re derbas bibe.    TELEFONÎ POLÎS DIKE   Li gor qeydên bi îbareya "veşarî", di navbera polîsê tevgera taybet Erkan K. û Ahmet Kiliç de du hevdîtinê telefonê hene. Yek jê beriya bûyerê û yek jê jî piştî bûyerê. Li gor qeydan, hevdîtina ewil beriya bûyerê, di 8'ê Mijdara 2017'an de saet di 17.45'an de hatiye kirin û 59 saniye dewam kiriye. Ahmet Kiliç, dibêje dê xalê xwe Ahmed bibe nexweşxaneyê, lê noqteya kontrolê hatiye danîn û rewşa xalê wî jî "nebaş" e. Erkan K. jî jê re dibêje, piştî eseh kir bê ka kî li noqteya kontrolê ye, dê li te wî vegere.   WESAYÎTA XWE BI DESTÊ POLÎSAN WERDIGIRE   Di hevdîtina din de jî piştî bûyerê saet di 12.01'ê de te hatiye kirin. Ev hevdîtin jî 106 saniye dewam kiriye. Ahmet Kiliç, ji polîs Erkan K. re dibêje wesayîta wî li cihekî nêzî cihê bûyerê ye û dibe ku bê şewitandin û jê dixwaze wesayîta wî ji wir rake. Ahmet Kiliç, wesayîta xwe bi destê polîsên trafîkê ji wir werdigire û ji wan dixwaze ku wê bibin Midûriyeta Polîsan a Qoserê. Erkan K. jî dibêje "temam ez ê hel bikim."    AMÎRÊ POLÎSAN: EZEMNİYET AMİRİ: SÖYLEYEYİM DURDURMASINLAR   Her wiha di dosyeyê de peyameke Ahmet Kiliç jî balê dikişîne. Ev peyam beriya bûyerê bi 20 rojî ye. Ev peyam di navbera Kiliç û amîrê polîsan ê Dêrikê Mûstafa Kûtlûay de ku niha Midûrê Polîsan ê Talas ê ye, çêdibe. Di peyama ku di zabitnameyê de ye, di 13'ê Mijdara 2017'an de saet di 14.58'an de hatiye şandin. Kûtlûay di peyamê de ji Kiliç re dibêje "(...) ez ê bibêjim bila nedin sekinandin." Paşê saet di 14.50'î de jî Ahmet Kiliç ji Kûtlûay re dibêje, "Temam keko, ez ê plakayê ji te re bişînim."    Amîrê polîsan ê Dêrikê yê wê demê Mûstafa Hakan Kûtlûay, di dosyeya Qeymeqamê Dêrikê Mûhammet Fatîh Safîturk de jî ku di 10'ê Mijdara 2016'an de bi êrişeke bombeyî hatibû kuştin, bûbû rojev. Bira Alî Haydar Saîfturk, îdia kiribû ku kujerê birayê wî Kûtlûay e.    MA / Ahmet Kanbal