Girtiyên hejmara ser piyan qebûl nekirin, hatin derpkirin 2018-02-14 12:16:42 BURSA -  Rayedarên Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê ji ber girtiyan hêjmara li ser piyan qebûl nekir darp kirin û 8 saetan destê wan li pişt wan kelepçe kirin.  Li Girtîgeha Tîpa H a Bursayê, ji ber ku girtiyên siyasî hejmara li ser piyan qebûl nekirin, gelek gardiyan ew derp kirin û xistin hucreyên yek kesî yên tê de doşek tune ne. Girtiyên li qawîşa E1 û E2 berê jî hejmara li ser piyan nedidan, lê di 13’ê Sibatê de gelek gardiyan ketin qawîşan û gotin “Wezareta Dadê ferman deye, dê ji vir û şûn de hêjmara ser piyan bê dayîn.” Parêzerên girtiyan, diyar kirin ku girtiyên hejmara ser piyan qebûl nekirin rastî êrîşên robokopun hatin. Parêzeran, dan zanîn ku girtiyên hatin derp kirin, 8 saetan paşve kelepçekirî di hucreyên yek kesî de li ser piyan rawestandin e.     Navên girtiyên hatin derpkirin wihane: “Hevserokê HDP’ê yê Bursayê Yuksel Uygun, Hevserokê Bursa yê EMEP’ê Hasan Ozaydin, Husamettîn Esen, Serhat Sezgîn, Îdrîs Başaran, Ersîn Arikan, Mehmet Şîrîn Baycu, Abdulkadîr Dogru, Selîm Acar û Unal ê paşnavê wî nehat zanîn.   Em li girttîgehê  geriyan, lê rayedarên girtîgehê gotin nikarin biaxivin.