Bekîr Guvenê ji sedî 98 astengdar: Girtîgeh ne cihên girtiyên nexweş in 2021-10-17 09:07:15 ENQERE - Bekîr Guvenê piştî rapora ji sedî 98 astengdar û nikare di girtîgehê de bimîne hat berdan got: "Hat serê min. Girtîgeh ne cihên girtiyên nexweş e. Gava çûm heyetê, polîsekî destên min kelmeçe kirin, ew her 3 roj, rojên herî xirab ên jiyana min bûn."    Bekîr Guvenê ji sedî 98 astengdar, ji ber hin parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal ên sala 2015'an, 22 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî cezayê wî hatibû pesendkirin, di 20'ê Îlonê de hatibû girtin. Guven, piştî ku Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê rapora "divê ji ber tenduristiyê ceza bê taloqkirin" dabû wî, di 11'ê Cotmehê de hatibû berdan. Bekîr Guvenê nexweşîna Hûntîngtonê pêr e heye û Rûkiye Guven behsa çîroka jiyana xwe kirin.    Guven, di sala 1966'an de li navçeya Sêwreg a Rihayê hatiye dinê. Gava 6 salî bûye malbata wî bar kiriye çûye navçeya Soke ya Aydinê. Guven û hevjîna wî Rûkiye Guven, di dema Derbeya Eskerî ya 12'ê Îlona 1980'yî de gava di bin banê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) de têdikoşiyan, hev du nas kirine. Guven, di dema Derbeya Eskerî ya 12'ê Îlonê de 3 salan di girtîgehê de maye. Rûkiye Guven, wiha behsa çîroka ka xwe ya hevnasînê kir: "Wê demê em endamê TKP'ê bûn. Em her du jî hatin girtin. Me li midûriyeta polîsan hev du nas kir. Em di 1987'an de zewicîn. Piştî em ji girtîgehê derketin, me di nav têkoşîna demokrasiyê de cih girt. Di sala 1991'ê de gava em li Mêrsînê bûn, hat girtin. Wî şandin Girtîgeha Meletiyê. Salekê di girtîgehê de ma."    Guven, ragihand ku hevjînê wê bûye şahidê gelek bûyeran û got: "Şahidê grevên birçîbûnê yên piştî Derbeya 12'ê Îlonê ye. Em di sala 1989'an de çûn Stenbolê. Me di nav xebatên sendîkayî de cih girt. Şahidê Komkujiya Gaziyê û Komkujiya Sêwazê ye."    Rûkiye Ozmen, diyar kir ku ji ber sedemên aborî di sala 2000'î de dev ji siyaseta çalak berdane û di sala 2006'an de bar kirine çûne Eskîşehîrê û li wir dikaneke pirtûkfiroşan vekirine. Guven, anî ziman ku di 2015'an de bi awayekî çalak di nav HDP'ê de cih girtine û got: "Partiya herî nêzî fikira me HDP bû. Piştî nexweşîna hevjînê min zor dayê, ew tevli xebatan nebû, lê ez tevlê bûm."    ‘DI DOSYEYÊ DE ŞÎROVEYÊN NE AYDÊ WÎ'    Rûkiye Ozmen ji bo doza hatiye vekirin jî got: "Ev lêpirsîn di 2015'an de dest pê kir. Bi hinceta li bin nûçeyeke hatiye parvekirin şîroveyeke kiriye. Her wiha di nav dosyeyê de şîroveyên ku wî nekirine jî hene. Hatiye îdiakirin ku gotiye 'Bijî PKK, Bijî YPG.' Me ev yek li dadgehê îspat nekirin û bêyî bê vekolandin 22 meh û 5 roj ceza lê hat birîn. Me di dadgehê de doza danişîna bi SEGBÎS'ê kir. Dadger derbarê nexweşîna wî de hin pirs jê kirine. Dadger, ji me re got ez ê ceza bibirim, lê ez ê taloq bikim. Cezayê wî di 24'ê Mijdara 2017'an de hat pesendkirin, lê haya parêzer jê çênabe. Di meha Çileyê de teblîxat hat. Me serî li gelek cihan da, lê tiştek jê derneket. Ji ber ku ceza hatibû pesendkirin. Wê demê rewşa wî xirabtir bû."    ‘BI RÎNGÊ BIRIN'   Guven, anî ziman ku hevjînê wê Bekîr Guven ji sedî 98 astengdar e, lê dîsa jî hatiye girtin û got: "Di 20'ê Îlonê de wî birin Girtîgeha Eskîşehîrê. Gava wî birin girtîgehê, ewilî wî xistin hucreyeke yekkesî. Nikaribû bi tena serê xwe xwarina xwe bixwe. Ji bo dengê xwe ragihîne nikaribûye li derî jî bixe û biçe tuwaletê jî. Bi mudaxileya komeleyên mafên mirovan, baro û kampanyaya li ser medyaya civakî ew rakirin nexweşxaneyê."    DESTÊN WÎ KELEMÇE KIRINE    Bekîr Guven jî ku bi zorê diaxive, got: "Hat serê min. Girtîgeh ne cihên girtiyên nexweş e. Demildest divê girtiyên nexweş bên berdan. Gava çûm heyetê, polîsekî destên min kelmeçe kirin, ew her 3 roj, rojên herî xirab ên jiyana min bûn."    Rûkiye Ozmen, tiştên hatine serê wê hevjînê wê wekî bêwijdaniyê wesifandin û got: "Em bi salan e ji bo mafên mirovan têdikoşin. Em baş dizanin tişta anîn serê Bekîr, bêwijdanî ye."    BANG LI WEZARETA DADÊ KIR   Rûkiye, diyar kir ku ji ber nexweşînê cezayê hevjînê wê salekê hatiye taloqkirin û got: Heger cezayê wî veguherînin cezayê hepsa malê dê ji bo me pir baş be. Dê salek bi şûn de nexweşîna wî girnatir bibe. Bijîşk dibêjin tedawiya wê tune ye. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku dosyeyê xera bike û cardin li Dadgeha Bilind bê darizandin."    Ozmen, herî dawî destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş û extiyar hemû bên berdan.