Projeya nexweşxaneyê betal kirin, li şûna wê hawiz û mala mamosteyan çêkirin 2021-10-17 09:04:02   ŞIRNEX - Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê, ji ber nebûna bijîşkên pispor û alavên tibî ji bêgavî nexweşan sewqî nexweşxaneyên bajarên derdorê dike. Li şûna projeya nexweşxaneya nû, hawizê avjeniyê yê olîmpîk û mala mamosteyan hat çêkirin.    Li navçeya Elkê ya Şirnexê ku tevî 26  gundên wê, nifûsa wê 16 hezar û 317 kes in, welatî bi salan e di warê xizmeta tendûristiyê de bi pirsgirêkine mezin re rû bi rû ne. Ji ber ku li nexweşxaneya dewletê ya navçeyê bijîşkên pispor tune ne û alavên tibbî yên pêwîst tune ne, nexweş sewqî nexweşxaneyên bajarên derdorê tên kirin. Ji ber hindê, ji bo vê nexweşxaneya kevn û hindik maye hilweşe, projeyek nû hatiye çêkirin. Lê belê derket holê ku ji dêvla nexweşxaneyê, li heman cihî hawizê avjeniyê yê olîmpiyatê, mala mamosteyan û navenda nûçeyan hatine çêkirin.    Li gor malûmatên ji nexweşxaneyên hatin wergirtin, li nexweşxaneyê bijîşkê zayînê û dahîliyeyê tune ne û di sala 2013'an de emeliatxaneya nexweşxaneyê hatiye girtin û niha wekî depo tê bikaranîn. Ji ber ku li nexweşxaneyê emeliyatxane tune ye, bijîşk jî naxwazin bên vê nexweşxaneyê û şertên fizîkî yên nexweşxaneyên jî ji bo emeliyatxaneyê ne pêkan in. Berê li nexweşxaneyê bijîşkê zayînê, cerhê giştî û pisporê anesteziyê hebûn, lê niha çendî PDC nexweşxaneyê tije xuya bike jî, lê li nexweşxaneyê pispor tune ne. Li nexweşxaneyê tenê 7 bijîşkên pratîsyen hene.    DAXWAZA WAN TÊ PAŞGUHKIRIN   Çavkaniyan diyar kir ku nexweşxanê bi dehan caran ji Wezareta Tenduristiyê daxwaz kiriye ku kêmasiya ameliyatxaneyê çareser bikin, lê belê daxwaza nexweşaneyê hatiye paşguhkirin. Bijîşkên ku ji bo nexweşxaneyê tên wezîfedarkirin jî ji ber ku di nexweşxaneyê de ameliyatxane tune ye doza tayina xwe dikin û diçin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hûrguliyek din a balkêş jî ew e ku dema serdema mecbûrî ya bijîşkan li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Hezex û Silopiyayê 500 roj e, lê li  navçeyên Qilaban û Elkê 350 roj in.     AMÛRÊN TIBBÎ TUNE NE   Her wiha li navçeyê ji ber ku bijîşkê zayinê tune ye, ev yek dibe sedema gelek pirsgirêkên mezin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên nexweşxaneyê ragihandin, bijîşkên zayinê yê tên navçeyê jî ji ber tunebûna amûrên tibbî ji navçeyê diçin. Hat ragihandin ku li navçeyê jinên ducanî, beriya zarokanînê bi hefteyekê tên agahdarkirin û pişt re sewqî nexweşxaneyên cuda tên kirin. Her wiha li nexweşxaneya ku rojê li dor 120-130 carî xwînê digire, amûrên xwîn û  koterê tune ne. Hat diyarkirin ku ji bo parastin û tamîrkirina nexweşxaneyê tu budçe jî nayê terxankirin û daxwaza rêveberiya nexweşxaneyê ya ji bo budçeyê jî ji aliyê wezaretê ve hatiye betalkirin.   PROJEYA NEXWEŞXANÊ BETAL KIRIN    Hat diyarkirin ku ji bo nexweşxaneya ku pir kêm cîhazên wê yên tibbî hene û budçeya wê 7 mîlyon e, ji bo parastin û tamîrkirina wê tu budçe nehatiye veqetandin û daxwaza rêveberiya nexweşxaneyê ya ji bo budçeyê jî ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve tê betalkirin.    Li gor agahiyên bi dest ketin, rêveberiya nexweşxaneyê daxwaza çêkirina avahiyek nû kiriye, lê pêşî çêkirina avahiya qeymeqamtiyê esas hatiye girtin. Piştî çêkirina Qonaxa Hikûmetê, Wezareta Tenduristiyê ji bo çêkirina nexweşxaneyeke nû heyetek pispor şandiye navçeyê. Pisporan ji bo nexwşexaneyê li ser avahiya YÎBO'yê biryar dane û pesend kirine ku ev der bibe nexweşxane. Lê belê li cihê ku dê avahî lê bihata çêkirin, qeymeqamtiyê biryar daye ku li wir hewzek avjeniyê yê olîmpiyatê, mala mamosteyan û navenda ciwanan bê çêkirin. Rêveberiya nexweşxaneyê îtiraz kiriye, lê îtiraza wê bêfêde bûye.    SALEKÊ BÊ BUDÇE MA   Her wiha li gor agahiyên bi dest ketin, li gel neçareserkirina pirsgirêkên nexweşxaneyê, îsal tu budçe jî ji bo wê nehatiye veqetandin.    MA / Zeynep Dûrgût