ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-17 09:00:02   * Mehmet Kaya ku di Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 1'ê de ye, bi rêya telefonê ragihand ku îdareya girtîgehê dermanên wextê wan derbasbûyî dane girtiyên bi Covîd-19'ê ketine.    * Walwala Jalal a afxanîstanî ku piştî 20 salan cara dudoyan ji ber Talîbanê terka welatê xwe kiriye, anî ziman ku bawer nake ku Talîban guherîbe û ji bo piştevaniyê bang li jinên cîhanê kir.    * Bekîr Guvenê piştî rapora ji sedî 98 astengdar û nikare di girtîgehê de bimîne hat berdan got: "Hat serê min. Girtîgeh ne cihên girtiyên nexweş e. Gava çûm heyetê, polîsekî destên min kelmeçe kirin, ew her 3 roj, rojên herî xirab ên jiyana min bûn."    * Welatiyan anîn ziman ku ji ber bihabûna ji ber zêdebûna dowîzan çêdibe êdî nikarin debara xwe bikin û ji bo daxuyaniyên îqtidarê yên têkildarî aboriyê gotin: "Em bawer nakin, ji lew re em bi xwe di nav de ne."    * Di 2017'an de li Qoserê di êrişeke çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 5 kes jî birîndar bûbûn. Kesên ev êriş kiribûn xizmên serokê AKP'a Mêrdînê Farûk Kiliç bûn. Xizmên Kiliç ji bo neyên girtin xwe dabûn alî û hê jî firar in. Lê di tapeyên bi îbareya "veşarî" de derket holê ku xizmekî firar ê Kiliç hevdîtin bi polîsekî re kiriye û bi destê polîsan wesayîta xwe ya li cihê bûyerê wergirtiye.    * Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê, ji ber nebûna bijîşkên pispor û alavên tibî ji bêgavî nexweşan sewqî nexweşxaneyên bajarên derdorê dike. Li şûna projeya nexweşxaneya nû, hawizê avjeniyê yê olîmpîk û mala mamosteyan hat çêkirin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 223'yemîn de dewam bike.    * Kongreya Giştî ya Baroya Stenbolê, wê li Navenda Kongre ya Halîç dewam bike.  (10.00)   * Di çarçoveya "hevdîtinên budçeyê" de, bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, li otelekê Mêrdînê civîn tê lidarxistin. (11.00)   * Meclîsa Ciwanên HDP'ê, di çarçoveya kampanya "Em Jiyan Nû Ava Bikin, Tiryakê Têk Bibin" de, wê bi dirûşmeya "Em li dijî hînbûyînê, di jiyana azad de li hev dicivin" li rêxistina HDP'ê ya Esenler, çalakiyê li dar dixe. (13:00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê, dê bi dirûşmeya "Jin jiyaneke nû ya bê asteng ava dikin" komxebatê li otelekê Enqerê pêk bîne. (13.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê, wê li Denîzliyê civîna jinan li dar bixe. (13.00)   *Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, dayika Denîz Poyraz  Fehîme Poyraz û şandeya bi wan re, wê serdana Dayikên Aştiyê yên Amedê bike. (13:00)