Efrînî: Em ê bostek axa xwe jî nedin 2018-02-14 12:06:52 EFRÎN - Gundiyên ji ber bombebarana gundên ser sînor xwe spartin Efrînê, diyar kir ku bi êrîşên li ser Efrînê dixwazin demografiya herêmê xerab bikin û gotin: “Em natirsin. Em bostek axa xwe jî nadin.” Êrîşên TSK’ê û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê di roja 26’an de berdewam dikin. Hin welatiyên 36 gundên li ser sînor dijîn di ceperande cih digirin û şer dikin, hin ji wan jî xwe spartine navenda Efrînê. Gundiyên xwe spartin Efrînê, diyar kirin ku Erdogan armanc dike ku demografiya kurdan biguhere û wiha axivîn: “Efrîn welatê kurdane, ne yê bermajiyên çeteyên DAIŞ’ê ne.”   'EV AXA ME YE'   Di 13’ê Sibatê de balafirên şer ên artîşa tirk Gundê Hêkîçê yê navçeya Şiyê bombebaran kirin, du jê jin 3 kes kuştin. Fatma Hesen (55) a ji vî gundî bi 8 kesên malbata xwe re koçî navenda Efrînê kirin. Hesen bi sê malbatan re li Efrînê jiyana xwe berdewam dikin. Hesen, bal kişand ser armanca êrîşan û wiha axivî: “Bi balafir û topan em bombebaran kirin. Mal û gundê me rûxandin. Me jî zarokên xwe girtin û em hatin Efrînê. Hemû derdora me bombebaran dikin. Dixwazin em ji vê derê derbikevin. Lê ev der  axa meye. Em axa xwe ji wan re nahêlin. Em bostek axa xwe jî nadin wan.”   'ÇAV BERDANA AXA ME'   Henîf Mihemed Miho ya 57 salî ku ji heman gundê ye, diyar kir ku ew jî weke gelên din dixwazin jiyana xwe ya azad avabikin û wiha got: “Ey zalim em li ser axa pîr û kalên xwe dijîn. Ma hûn ji me çi dixwazin? Em jî weke hemû gelan dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. Ka me axa kê dagir kiriye? Qey axa te çavên te diçe nake? 80 mîlyon mirov têra ten nakin. Çima te çav berdeya axa me? Ma çavên te têr ne bûne ku de çav berdeya axa Efrînê û zeytûnên wê? Emê li ber her dareke zeytûnê şehîd bikin, lê em darên xwe nadin te. Em mirovên derwîş ên bi parçeyek nan dijîne.”   'ÊRÎŞÎ SIVÎLAN DIKIN'   Reşîd Mihemed Miho (54) jî, da zanîn ku Erdogan çav berdaya milkên wan û wiha axivî: “Gelo ji me çi dixwazin? Roja Înê êrîşî sivîlan dikin. Jin û zarokan qetil dikin. Em cardin natirsin. Emê li ser axa xwe bimirin. An mirin an jî axa me.”   'DEMOGRAFIYÊ DIGUHERÎNIN'   Faruk Bîlal ê 37 salî jî, diyar kir ku dixwazin demografiya Efrînê xerab bikin û wiha got: “Berî 10 rojan em ji gundê Xecxelî yê navçeya Reco hatin Efrîn. Pir êrîşên dijwer li ser gundê me hebûn. Gundê me bombebaran dikin û mirovên sivîl qel dikin. Din ava civaka Sûriyeyê de em 5 mîlyon kurd hene. Dixwazin me  ji Efrînê derbixin û li şûna me koçberan bi cih bikin. Armanc dikin ku kurdan bê welat bihêlin. Ev welat welatê kurdane. Ne welatê çeyên bela serê Efrînê kirine. Îro hemû cîhan dizane ku Erdogan bi bermahiyên DAIŞ’ê re êrîşî me dikin. Lê baş dizanin ku em li dijî DAIŞ’ê jî qet bin neketin.”   MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan