Li Edenê û Îskenderûnê salvegera HDP’ê hat pîrozkirin 2021-10-16 16:40:08   EDENE - Li Edenê û Îskenderûnê, 9'emîn salvegera avakirina HDP’ê hat pîrozkirin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê, li avahiya xwe, salvegera avakirina partiya xwe pîroz kir. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari, nûnerên HDK, Partiya Çep a Keskan, ÎHD, SYKP, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de sînevîzyona derbarê xebatên HDP’ê de hatibû amadekirin, hat pêşandan. Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Karakiş, di pîrozbahiyê de axivî û got: “HDP li Tirkiyê û Rojhilata Navîn bûye hêvî. Bi deklerasyona ku me weşand, em ê ji niha û pê ve xwe bigihînin her civakê û bikevin nava hewldanên mezin. HDP partiya ked û baweriyê ye. Ji ber vê yekê tu hêz nikare HDP’ê têk bibe.   Hatîmogullari jî, dest nîşan kir ku HDP partiya Kurdan, gelan, jinan, Elewiyan, bindestan û ciwana ne. Hatîmgullarî, da zanîn ku HDP bingeha xwe ne ji 9 salan, ji têkoşîna sed salan digire û wiha got: “HDP gele, wê kes nekare bigire.”   Pîrozbahî bi firandina nepoxan bi dawî bû.    HATAY   Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê jî, bi heman armancê li avahiya xwe pîrozbahî li dar xist. Gelek kes beşdarî pîrozbahiyên bûn. Piştî pêşandanan sînevîzyonê, paste hat birîn û pîrozbahî dûre bi dawî bû.