'Bila girtiyê nexweş ê ji sedî 70 astengdar bê berdan' 2021-10-16 15:24:50   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, diyar kir ku rapora ji sedî 70 astengdariyê ya girtiyê nexweş Eser Morsumbul heye û daxwaza berdana wî kir.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, der barê rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Eser Morsumbul ku li Girtî ya Şakranê ya Îzmîrê girtî ye de li ber Sumerbanka Kevn a li navçeya Konakê daxuyanî da. Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek, diyar kir ku beriya bê girtin ji ber neqla gurçikan û windakirina hêzê ji sedî 70 rapora astengdariyê ya Morsumbul hebûye.    'RAPORA JI SEDÎ 70 HAT ASTENGKIRIN'   Çîçek, da zanîn ku Morsumbul di sala 2017'an de hatiye girtin û diyar kir li gorî ragihandinên dayika wî Morsumbul di 12 saliya xwe de ji bo tumora mêjî emeliyat bûye, piştre tedawiya kemoterapî û radyasyonê dîtiye, piştre dest bi tedawiya dermanan kiriye û ji ber dermanên wî jê re giran hatiye dev ji wan berdaye. Tedawiya gurçikê ji ber zirara ku di gurçikan de çêbûye dest pê kiriye û di Tebaxa 2016'an de ji ber ku têr nekiriye neqla gurçikê jê re hatiye kirin. Piştî 6 mehan berî ku bi temamî baş bibe hat binçavkirin û girtin. Beriya bê girtin, ji ber transplantasyona gurçikê û windakirina hêza pêşketinê rapora astengdariyê ya ji sedî 70 hebû. Dema hat girtin, dayika wî hem li ser nexweşiyên Eser hem jî rapora wî da rayedarên pêwendîdar.”    BANGA BERDANÊ   Çîçek da zanîn ku nexweşiyên Morsumbul ji ber ku nayên dermankirin û di pêvajoya pandemiyê de nehatiye kontrolkirin nexweşiyên nû lê peyda bûne û ev bang kir: "Divê Eser Morsumbul tavilê bibin ATK'ê û bê tahliyekirin, ji ber ku hawirdora girtîgehê nexweşiyan kûrtir dike û dibe sedema nexweşiyên din, serlêdana taloqkirina înfazê hatiye kirin û hebûna rapora astengdariyê heye."