Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê pêk bînin 2021-10-16 11:10:19   RIHA - Malbata Şenyaşar a 222 roj in têkoşîna xwe ya edaletê dewam dike, ev peyam da: “Heya ku maf, hiqûq û edalet pêk neyê, em ê têkoşîna xwe ya bênavber û bi biryardarî dewam bikin. Em ê bi hev re edaletê pêk bînin.”    Malbata Şenyaşar ku sê ferdên malbata xwe di êrişa xizm û parazvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, 222 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya Nobeta Edaletê berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji ber dawiya heftiyê, çalakiya xwe ya nobetê îro li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîn in.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev peyam par ve kir: “Heya ku maf, hiqûq û edalet pêk neyê, em ê têkoşîna xwe ya bênavber û bi biryardarî dewam bikin. Em ê bi hev re edaletê pêk bînin.”