Gelek kes têkildarî 15’ê Sibatê hatin binçavkirin 2018-02-14 11:08:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene, Stenbol , Îzmîrê û gelek bajarên din beriya 15’ê Sibatê polîsan bi ser gelek mal û navnîşanan de girt û gelek kes binçav kirin.  Li Edene, Stenbol, Amed, Şirnex, Êlih û Wanê beriya 15’ê Sibatê polîsan bi awayekî hevwext avêt ser gelek malan. Di avêtina ser malan de polîsan bi keraneyan deriyê malan şikand û mal hatin arav û taravkirin. Piştî lêgerîna malan bi îdiaya “ji bo çalakiyê bang kirine û amadekariyên çalakiyan dikin” gelek kes hatin binçavkirin. Kesên li Edeneyê hatin binçavkirin piştî venêrîna tenduristiyî ew birin Şaxa TEM’ê ya Emniyeta Edeneyê.    LI STENBOLÊ 5 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Li Stenbolê jî polîsan avêt ser gelek malan û gelek kes hatin binçavkirin. Di avêtina ser malan de Serkan Bilen, Mahmut Onyil, Sedat Timuroglu, İhsan Tekin û Hicran Kaya hatin binçavkirin. Hat diyarkirin bêyî ku hincet bê nîşandan her 5 kes hatine binçavkirin û ew birine Muduriyeta Emniyetê ya Vatanê.    Her wiha aktivîstên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di 7’ê Sibatê de hatibûn binçavkirin, ji van dema binçavkirina 32 kesan 7 rojan hat dirêjkirin.    Tevî 15 xwendekarên ku xwestin karker Alî Çalişkanê ji înşeata Fakulteya Perwerdehiyê ya Ûmûtttepe ya Zanîngeha Kocaeliyê ket û mir bi bîr bînîn û hatin binçavkirin jî bi şev hatin berdan.    LI ÎZMÎRÊ GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN    Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê da detspêkirin de li navçeyên Bornova, Çîglî û Karabaglari û her wiha danê sibehê li Xarpêtê jî polîsan bi awayekî hevwext avên ser gelek deveran. Di operasyonên hatin lidarxistin de tevî Hevserokê HDP’ê ya Navçeya Ûrlayê Kerîm Kaya û rêveberên HDP’a Îzmîrê Eylul Emek Kilinç, Mehmet ‘Çetîn, Tûran Işik û Serap Atkan jî di nav e gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku li Xarpêtê jî xwendekarekî navê wî nehta zanîn hatiye binçavkirin û wê wî bibin Îzmîrê. Cîhazên elektronîk ên kesên hatin binçavkirin hatin desteserkirin. Hat diyarkirin ku ev operasyon ji ber salvegera 19’emîn a anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan hatine lidarxistin.