ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-16 09:00:30 *  9 xizmên firar ên Serokê AKP'a Mêrdînê Farûk Kiliç ku li Qoserê ji bo eraziyan kesek kuştibûn û 5 kes birîndar kiribûn, 4 sal in nehatine zevtkrin. Malbata mexdûr, anî ziman ku her 9 kes tên parastin.  * DMME'yê ji bo cezayê muebeda giran biryar dabû ku bêyî berdana bi şertî cezayê muebeda giran binpêkirina "parastina mafê hêviyê" ye. Tirkiye jî di bersiva xwe ya ji bo Komîteya Wezîran de derpêş kiribû ku li Îmraliyê tu binpêkirineke mafan tune ye. Parêzer Mehdî Ozdemîr, bersiva Tirkiyeyê wekî "berevajîkirinê" nirxand.   * Girê Karakûşê ku wekî "Goristana Stîyan" jî tê binavkirin û tê texmînkirin berî zayinî di sedsala yekê de hatiye çêkirin, li benda serdêrên xwe ye.    * Selahattîn Ay ku nîşeyek û fîşekek di hundirê pêlava xwe de dîtin, diyar kir ku gef lê tê xwarin. Ay, anî ziman ku gelek caran serlêdan kirine, lê tiştek nehatiye kirin û giliyê polîsan kir.    * Peykertiraş Akram Saffan ku ji ber şerê li Sûriyeyê ji bêgavî ji Dêra Zorê koçî Rihayê kiriye, got: "Ev şerê bêfêde, jiyan li xizan, zarok û jinan herimand. Dixwazim êdî hew mirov bikin qîrîn û hawar."    * Koçerên ku ji ber qedexekirina zozanan zehmetiyê dikişînin, îsal ji ber bihabûna kayê bifikar in ji bo xwedîkirina hewaynên xwe. Koçerên îsal zû ji zozanan vegeriyan gotin: "Bila qedexeyên eskerî bên rakirin."    * Di geşta 1872'yan a Ahiskayê ya zimzancanê rûs L. P. Zagurskiy de, behsa kurdan tê kirin. Di lêkolîna ku Dr. Îsmet Konak û lêkolîner Nîhat Oner kirin de, derbarê smaîlî, cunukî û zazayan de hurgiliyên girîng bi ber çavan dikevin.    * Li navçeya Elkê gel bi mehane pirsgirêka avê dijî. Şaredariya ku ji qeyûm derbasî AKP'ê bû, pirsgirêka avê bi salane çareser nake. Navçeya ku 4 mehin bê av e, rojê tenê çand saetan av tê dayîn. Welatiyên ku ji ber tunebûna avê rojên zehmet dijîn, bertek nîşanî tunebûna avê dan û gotin: "Bi şev û roj avê  li ser me dibirin. Bila ava me berdin."     * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê berdewam bike.    * Baroya Stenbolê, wê Kongreya xwe ya Giştî li Navenda Kongrê ya Halîç li dar bixe.(10.00)   * Rêxistinên HDP'ê yên li Hatay û Edeneyê, wê salvgera xwe pîroz bikin. (11.00-16.00)   * ÎHD û Xizmên Windayan, wê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê, wê di hefteya 864'emîn de, pirsa aqûbeta windayan bikin.  (12.00)   * TJA û DBP, bi dirûşmeya "Ji nijadperestiyê û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinan e” wê li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngê li dar bixin. (13.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglû, wê beşdarî pêşangeha "Odeya Bîrê" ya hunermend Ahmet Guneştekîn a li Birça Keçikê bê lidarxistin bibin. (13.00-16.00)   * Parêzvanên mafên mirovan wê li Enqerê, Îzmîrê û Stenbolê, ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.30)   * TJA, wê panela "Ji nijadperestiyê û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinan e” li Pirtûkxaneya Şano ya Ciwanan a li Konakê li dar bixe. (14.00)   * Navenda Çanda Mezopotamya (MKM), bi boneya 30'emîn Salvegera Avakirina xwe, wê konsera "Berbang" li Navenda Xwepêşandanê ya Bostanci li dar bixwe. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan wê beşdar bibe. (18.00)