Salek û 8 meh cezayê hefsê li Aysel Tugluk hat birîn 2021-10-15 16:26:59   WAN - Dadgeha Wanê, bi îdiaya ku siyasetmedar Aysel Tugluk “propaganda rêxistinê kiriye” salek û 8 meh cezayê hefsê lê hat birîn.    Parlamentera HDP’ê ya berê Aysel Tugluk di girtîgehê de girtî tê darizandin. Bi îdiaya ku Tugluk di salên navbera 2012 û 2013’an de du caran “propaganda rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Rûniştina biryara doza Tugluk li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Tugluk a ku ji dozek din li Girtîgeha Kandirayê ya Jinan tê ragirtin, bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dozê bû.    Tugluk parastina xwek ir û tawanbariya li ser xwe red kir. Dadgehê bi îdiaya “propaganda rêxistinê” salek û 8 meh cezayê hefsê li Tugluk birî.