Qeydên tapeyan ên nû li dosyeya malbata Dedeogullari hat zêdekirin 2021-10-15 14:39:15   KONYA - Qeydên têlefonê û peyamên medya dîjîtal ên malbata Çalik û Keleş li dosyeya lêpirsînê ya malbata Dedeogullari ku hatin kuştin, hat zêdekirin. Di qeydan de derket holê ku hewldanek ji bo veşartina delîlan heye.    Di êrişa nîjadperest a li dijî malbata Dedeogullari de ya li navçeya Meram a Konyayê 4 jê jin 7 ferdên malbatê ji aliyê Mehmet Altun ve hatin kuştin. Malbata Dedeogulları beriya di komkujiyê de werin kuştin, di meha gulanê de jî bi êrişa heman kesan a nijadperest re rûbirû mabû. 13 endamên malbata Çalik û Keleş ku xizmên kujer Mehmet Altun in, di çarçoveya dosyeya lêpirsînê de hatin girtin.   Peyamên WhatsAppê yên malbata Çalik û Keleş ku ji tawanbariya kuştina Malbata Dedeogullari di dosyeyê de cih digirin, derketin holê. Peyamên van kesan ên beriya komkujiyê û êrişa ewil a di 22’yê gulanê de li dijî malbatê pêk hatin di qeydên telefonê de cih girtin. Qeydên telefonê yên A.K. û H.K. ên keç û kurê V.K. yê ji êrişê girtî ye derketin holê. Di peyam û axaftinên hatine kirin û şandin de gotinên nijadperest anîne ziman.    Beşek axaftina hevdîtinê ya V.K. û kurê wî A.K. ku bi telefonê kirine wiha ye:    “V.K .: Ma kurdan xwe aciz kiriye?   A.K .: Kurd aciz bûne.   V.K .: Ji ewkê derketine?    A.K .: Wan 2 rojan ew rakirin nexweşxaneyê, doktoran biryar da ku ew ê emeliyat bibe û ew ê nebe, 2 roj derbas bûn.   V.K .: Baş e, emeliyat bûn?   A.K .: Piştî wê emeliyat nebû. Gava ku em li dora wê dadgehê bûn, wan roja duyemîn derxist.   V.K .: Hmm, ma yên din hebûn, baş e, zirar heye?   A.K .: Milê yek ji keça mezin şikestî ye, milê wî kurdê mezin şikestî ye. Serê Metîn bi 3-4 cihan şikestiye.    V.K.: Şikestî ye?   A.K.: Belê hatiye birîn. Pişt re tiliya wê keça mezin şikestî ye. Bariş jî wê heta hefteyek baş bibe. Tiştek ewa din hebû, milê wê keça navîn şikestibû.    V.K.: Tiştek keçika biçûk nîne ne wisa?    A.K.: Tiştek keça wî nîne.    Axaftina navbera Î.K û S.D. ku di 29’ê gulanê de pêk tê jî wiha ye:    “Î.K.: We bi kê re şer kiriye?   S.D.: Li pişt mala me ew cîranên me kurd hene, me bi wan re şer kir.    Î.K.: Belê.”   Her wiha axaftina navbera R.Ç., H.K. û A., ya di 19-20 û 22’ê hezîranê de pêk hatiye jî wiha ye:   “19’ê hezîranê;   H.K.: Kurdan bi 650 milyarî mala xwe firotin e. Ji wir diçin.    R.Ç.: Te ji hineka bihîstiye an?    H.K.: Min nivîsand keko, heke ku rast be diçin?”