Dozger xwest ku Dr. Gokalp were cezakirin 2021-10-15 13:14:02   AMED - Dozger derbarê endamê TTB’ê Dr. Şeyhmus Gokalp de bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” ceza xwest.    Endamê Desteya Rûmeta Bilind a Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Şeyhmus Gokalp li ser îfadeyên Hîcran Berna Ayverdî ya li xwe mikûr hatiye bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê darizandin. Rûniştina sêyemîn a doza Gokalp li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Gokalp bi daxwaza cezayê 15 salan ê girtîgehê tê darizandin. Dr. Gokalp, gelek parêzer û bijîşk û siyasetmedar beşdarî danişînê bûn.    Di dozê de hat dîtin ku dozger bêyî ku cibe li xwe bike li cihê xwe rûnişt. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Dozger mutalaya xwe amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Dozger îdia kir ku dixtor Gokalp di çarçoveya xebatên KCD’ê de xebitî ye û xwest bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” were cezakirin û qedexeya wî derketina derveyî welat berdewam bike.    DOZ HAT TALOQKIRIN    Parêzerên Gokalp ji bo dikaribin li dijî mutalayê parastina xwe bikin, dem xwestin. Serokê dadgehê daxwaza parêzeran a demê qebûl kir û danişînê taloqî 19’ê mijdarê kir.    DÊ DARIZANDINÊ JI NÊZ VE BIŞOPÎNIN    Danişînê pir kurt dom kir û pişt re şandeya bijîşk, parêzer û siyasetmedaran û Dr. Gokalp li ber avahiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku ew pêvajoya darizandina Gokalp ji nêz ve dişopînin û ew ê di 19’ê mijdarê de dîsa li gel hevalê xwe Şeyhmus Gokalp bin.