Malbata Şenyaşar: Roja heq û edaletê wê ji nû ve hilbê 2021-10-15 12:03:37   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku 221 roj in Nobeta Edaletê berdewam dike wiha got: “Roja heq û edaletê wê ji nû ve di asoyên Rihayê de hilbê.”    Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) ku sê ferdên malbata xwe di êrişa xizm û parazvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahî Halîl Yildiz de winda kirin, 221 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya Nobeta Edaletê berdewam dikin. Malbat vê sibehê jî ji mala xwe ya li Navçeya Pirsûsê derket û hat li cihê çalakiya xwe ya her roj li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya xwe kir. Emîne û Ferît Şenyaşar bi dowîzên “Em tenê edaletê diwazin” dest bi nobeta xwe kirin.    Malbatê derbarê naveroka dosyeya dozê û tiştên hatine serê wan, bi kesên ku diçûn edliyê re parve kirin. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê peyamê parve kir: “Roja heq û edaletê wê ji nû ve di asoyên Rihayê de hilbê! Kesê xwe xwe dixe bin siyas wê, wê her dem ne li ser ên ku komkujiyê kirine nesekine. Meqamê wan çi dibe bila bibe, kes diçin û tên.”