6 rojin tu agahî ji rojnamevanê îranî Shoashargh nayên girtin 2018-02-14 10:12:43 WAN – Rojnamevan Arash Shoasharghê ku ji ber rejîma Îranê reviya û xwe li Wanê hêwirand, 6 rojin tu agahî jê nayên girtin. Berê jî Shoashargh serî li ÎHD’ê dabû û gotibû îstixbarata Îranê li pêyî wî ye û tu ewlehiya wî tune ye.  Rojnamevan Arash Shoashargh ku ji ber muxalifî rejîma Îranê bû û cezayê qamçîlêdanê girt. 6 rojin tu agahî jê nayên wergirtin. Ger Shoashargh vegere Îranê wê cezayê darvekirinê lê bê birîn û ji ber muxalifê rejîmê ye tim gef lê dihatin xwarin û ji ber vê 6 meh berê li Wanê hêwirîbû. Shoashargh, li Îranê di Rojnnameya Gilanê Nû û malpera AmadNews ku ya Ewropayê de dixebitî.    ‘EM Ê WÎ BIBÎNIN WIDAN BIKIN’    Shoashargh, 6 roj berê ji bo biçe mala xwe ya li kêleka Parka Kûrtûlûşê ye ji Navenda Çarşiyê ya Wanê ji hevalê xwe vediqete. Ji wê rojê ve ye tu agahî jê nayên wergirtin. Hevalên Shoashargh, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dan.    Piştî ku şik û guman dibe ku Shoashargh hatibe binçavkirin li hevalên wî peyda dibe, hevalên wî serî li emniyet û dozgeriyê didin, lê belê heta niha tu agahî wernegirtine. Her wiha hat derpêşkirin ku mehek berê îstixbarata Îranê malbata Shoashargh binçav kiriye û ji malbatê re gotiye: “Ger kurê we rihet nesikene, em ê milyaran xerc bikin û wî winda bikin.”    ‘ÎSTIXBARATA ÎRANÊ LI PÊYÎ MIN E’    Shoashargh, berê jî serî li ÎHD’ê daû û diyar kiribû ku rewşa wî di talûkeyê de ye û daxwaza alîkariyê kiribû. Shoashargh, ragihandibû ku îstixbarata Îranê li pêyî wî ye û tu ewlehiya wî tune ye.