Têkoşer Hesen: Goran di encama polîtîkayên şaş de biserneket 2021-10-15 10:24:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Tekoşer Hesen ê serokê berê yê Tevgera Goran diyar kir ku sedema bingehîn a têkçûna vê partiyê di hilbijartinên Iraqê de encama siyaseta xelet a ku ew dimeşîne ye û ew encamek dihat payîn bû.    Li Iraqê di 10'ê Cotmehê de hilbijartina pêşwext hat lidarxistin. Beşdariya rêjeya hilbijartinê derdora ji sedî 41 bû. Xelk neçû ser sindoqan û bi awayek eşkere berteka xwe li hember polîtîkaya neçareseriyê ya partiyên siyasî nîşan da. Di hilbijartinê de dengê gelek partiyan kêm bû. Tevgera Goran ku di hilbijartinên berê yê Iraqê de bi ser diket di vê hilbijartinê de bi windahiyek mezin re rûbirû ma û parlamenterek jî neşand parlamentoyê. Tevgera Goran li gel YNK’ê “Tifaqa Kurdistanî” ava kiribûn û bi wî rengî ketibûn hilbijartinê. Piştî neserketina Tevgera Goran di 13’ê cotmehê de bi serokatiya Omer Seyîd Elî hemû endamên Desteya Rêveberiyê îstîfa kirin.    Rêveberê berê yê Tevgera Goran ku di meha îlonê de ji partiya xwe îstîfa kiribû Têkoşer Hesen neserketina partiyê ya di hilbijartinê de nirxand.    Têkoşer Hesen bi bîr xist ku piştî neserketina Tevgera Goran ji ber vê yekê rêveberiya wê îstîfa kiriye û bi neçûna xelkê ya ser sindoqan berteka xwe eşkere danî holê. Têkoşer Hesen anî ziman ku ji 500 hezar kesî zêdetir kes neçûye ser sindoqan û helwesta xwe ya li hember partiyan pir eşkere nîşan dane û li Herêma Kurdistanê partiyek ku wê bi dirûstî siyasetê bike nemaye.    GEL BI BERTEK E    Têkoşer Hesen wiha got: “Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û YNK li ser desthilatdariyê ne. Yek girêdayî Îranê ye, ya din girêdayî Tirkiyê ye. PDK bi rola xwe ranabe û bi rola kewa sor radibe. Zêdetirî 100 kîlometre xaka Başûr di bin dagirkiriya Tirkiyê de ye. Gelê başûr di vê hilbijartinê de hikumetê ceza kir û neçû dengdanê. Gelê başûr ji siyaseta xelet a herêmê hesas û haydar e. Ew dizanin ku hikumet heya radeyek bi vîna xwe biryar dide. Tirkiye û Îran çi ji wan dixwazin û çi ji wan re dibêjin, ew wê dikin û dibêjin.”    ‘DIVÊ DEST JI HIKUMETÊ BERDE’    Têkoşer Hesen destnîşan kir ku encamên Tevgera Goran wergirtiye heq kiriye û wiha got: “Partiyê şikestinek giran xwar ji ber ku di asta neteweyî de polîtîkayek wê ya siyasî ya berbiçav tune ye. Goran di hilbijartinan de encamek wiha bi dest xist ji ber ku şirîkê hikumetê bû, li hember pirsgirêkan helwest negirt û soza reformê ya ku dabû bi cih neanî. Goran tevgerek bû ku ji nava gel çêbû û pêwîste careke din dakeve kolanan. Pêwîste ku divê ew di organên rêveberiyê de guhertinan bike û di zûtirîn dem de ji hikumetê vekişe. Pêwîste ku ew di mijarên neteweyî de siyasetek berbiçavtir bişopîne. Lazim e ku li hember pirsgirêkên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat hesas tevbigere û li gorî bernameya siyasî ya birêz Newşîrwan Mistefa tevbigerin.”    MA / Omer Akin