Li Îzmîrê mirineke gumanbar 2018-02-14 09:59:42 ÎZMÎR – Li Îzmîrê, jineke ku li ser wê nasnameya bi navê Hulya Tekbey (23) derket, li nêv kuçeyê şewitî û mir. Tê lêkolînkirin ka jinik hatiye şewitandin an întihar kiriye.  Li Taxa Kûbîlay a navçeya Konak a Îzmîrê jinek li nêv kuçeyê şewitî û mir. Tê lêkolînkirin ka jina ku li ser wê nasnameya bi navê Hulya Tekbey (23) hat dîtin, hat şewitandin an întihar kiriye. Piştî ku dengê qîrîniyê ji derve tê şêniyên taxê pê dihesin û dibînin ku jinek dişewite. Şêniyên taxê betanî avêtin ser jinikê û agir tefandin.    Piştî şêniyên taxê geriyan polîs û ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyer. Piştî ekîba tenduristiyê mudaxile kir hat hînbûn ku jinik miriye. Li ser cenaze nasnameya bi navê Hulya Tekbey hat dîtin û piştî lêkolîna li cihê bûyerê cenaze ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê.    Ji bo ronîkirina bûyerê lêkolîn hatin destpêkirin.