Li Edeneyê kesek hat binçavkirin 2021-10-15 08:28:31   EDENE - Li Edeneyê di serdegirtina malê de welatiyê bi navê Haci Alagaş hat binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Haci Alagaş ê li Taxa Şakîrpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê rûdinê de girtin. Polîsan di serdegirtinê de bi hinceta ku 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ji aliyê dadgeha herêmî ve ji ber “endamtiya rêxistinê” hat dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin, Alagaş binçavkirin.    Tê payîn ku piştî kirariyên Alagaş ên miduriyeta polîsan dê wî sewqî edliyeyê bikin û piştî biryar li rûyê wî hat xwendin wê bişînin girtîgehê.