Endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî hat berdan 2021-10-14 17:41:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî ku ji hêla asayîşa PDK'ê ve hatibû revandin û 70 rojan xeber jê nehat girtin, hat berdan.    Di 5'ê Tebaxê de asayîşa PDK'ê 3 endamên Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) desteser kiribûn. Li gor nûçeya di RojNewsê da, endamên RJAK'ê Xewle Mihemed û Seyran Ehmed di 6'ê Tebaxê de hatibûn berdan.   Li gor agahiyên ji RJAK'ê hatin wergirtin, Ciwana Ebdulabaqî jî piştî 77 rojan îro hat berdan.